3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Di doza Kobanê de divê biryarên DMME’yê pêk bînin’

Parêzeran di Doza Kobanê de diyar kirin ku şandeya dadgehê biryara 67’an a DMME’yê binpê kiriye û gotin: “Hûn li gorî biryarên DMME’yê tevnagerin û sûc dikin. Hûn neçarin ku biryarên DMME’yê pêk bînin û ev karê we ye.”

Li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê, di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li bakurê Kurdistanê gel rabû ser pêyan. Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmehê doz hatibû vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê jî di nav de û 17 jê girtî bi giştî 108 kes tên darizandin. Rûniştina 2’yemîn a danişîna 24’emîn a Doza Kobanê li Eywana Danişînan a Kampusa Girtîgeha Sîncanê hate lidarxistin. Doz, ji hêla şandeya 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ve tê birêvebirin.

Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan, endamên MYK û PM’ê yên Partiya Çepên Kesk, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî tev li danişînê bûn.

Hinek siyasetmedarên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin tev li danişînê bûn û yên li girtîgehên cuda tên ragirtin jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn.

Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî endamê MYK’a HDP’ê yê berê Bulent Parmaksiz axivî. Bulent, anî ziman ku tevgera kurd ji bo avakirina pêşerojê, bi civakên Tirkiyeyê re di nava hewldanan de ye. Şandeya dadgehê bi hinceta ku di parastina Bulent de axaftinên têkildarî dozê tune ne, parastina wî qut kir û mîkrofon girt. Bulent jî bertek nîşan da û wiha got: “Ez helwesta we rast nabînim. Hûn mafê min ê parastinê asteng dikin.” Li ser vê yekê mîkrofona wî dîsa hate vekirin û Parmaksiz wiha domand: “Min di axaftina xwe ya di 28’ê kanûnê de gotibû ku dê parastinê nekim. Parastina min nîvco mabû. We mafê min ê parastinê asteng kir.”

Parêzera Parmaksiz, Rûken Gulagaci jî got ku ew helwesta dadgehê qebûl nakin û ev tişt anî ziman: “Miwekîlên ku duh axivîn qala erdhejê kirin. Ev dozeke siyasî ye. Aliyê vê dozê, Fahrettîn Altûn e. Ji ber ku Altûn got; ‘dê bên darizandin û ceza li wan were birîn.’ Ji wê rojê heta niha ev dosya, bû dozeke siyasî. Parastina Bulent Beg nîvco mabû. Diviya parastina xwe bidomanda. Em vê helwesta we qebûl nakin. Em dixwazin ku miwekîlê min dîsa parastina xwe bidomîne. Hemû mijarê siyasî, însanî û wijdanî mijarên vê dosyayê ne. Ev bû 7 sal em li pey vê dosyayê ne. Mîna helwesta we ya siyasî dê gotinên miwekîlê me jî siyasî bin.”

Parêzer Arîf Alî Cangi jî got ku ew qutkirina parastina Bulent Parmaksiz qebûl nakin. Serokê dadgehê bi heman hincetê axaftina Arîf Alî Cangi jî birî. Arîf, ev tişt anî ziman: “Hûn li vê derê ji parastineke siyasî aciz dibin. Lê ev siyasetmedarên li vir tên darizandin, ji ber xebatên xwe yên siyasî tên darizandin. Lewma jî fikrên xwe yên siyasî tînin ziman. Li derve xebateke siyasî heye ku ew pê tên sûcdarkirin. Gelo ma mafê bersivdayîna tawanbariyên siyasî  tune ye? Dê li ku derê xwe biparêzin. Tekane deriyê vekirî ev danişînine. Heke hûn nexwazin ev tişt di van danişînan de bên nîqaşkirin, wê demê biryara berdanê bo hemû miwekîlan bidin. Bila bersûc jî li derve parastina xwe ya siyasî bikin. Dema ku hatin vê derê, bi awayekî teknîkî parastina xwe dikin. Heke îdiaya we ew be ku ev doz ji ber hilbijartinên 14’ê Gulanê nehatiye vekirin, wê demê hûn jî helwestekî wisa nîşan bidin. Em dixwazin ku siyasetmedar tavilê bên berdan.”

Parêzera Fîgen Yuksekdag, Ezgî Gungordu jî bertek nîşanî gotina şandeya dadgehê da ku digot; “Ji darizandinê direvin” û ev tişt anî ziman: “Miwekîlên me yên ku hûn dibêjin ji darizandinê direvin, di sala 2014’an de li gel ku dizanîn der heqê wan de lêpirsîn heye jî nereviyan. Hûn hêja dibêjin ji darizandinê direvin.

Em ê xwe ji çi tiştê wê paşve bidin? Mafê axaftinê bidin, em amade ne. Rewşeke reva ji parastinê tune ye. Vê nenivîsinin. Êdî em ketine rewşeke wisa ku ji bo parastinê bikin hêviyan dikin. Hûn di ewraqên tên û diçin de israr dikin. Biryara DMME’yê ya têkildarî Fîgen Yuksekdag hatin vê dosyayê. Li gorî biryara DMME’yê mimkin nîne hûn bikarin bişînin mutalaayê û vê darizandinê bidomînin. Hinek şahidên neketin ber biryarên DMME’yê hatin û we bi awayeke der$isûlî li van şahidan guhdarî kir. Hikûmetê temamiya vê dosyayê pêşkeş kir.

Tevî vê yekê jî hefteyek berê, di roja sêyemîn a mehê de biryar teqez bû. DMME’yê got; ‘domandina rewşa girtî, binpêkirin e.’ Gelo hûn dê kengî bersivê bidin daxwaznameyên me yên di 22’yê sibatê de? Hûn li gorî biryarên DMME’yê tevnagerin û sûc dikin. Hûn neçarin ku bi biryarên DMME’yê bikin. Ev, karê we ye. Ji sala 2020’an heta niha hûn bi biryarên DMME’yê nakin û sûc dikin. Hûn neçarin ku hemû kesên bi awayekî girtî tên darizandin berdin. Hewce nake hûn ewqas bi biryarên DMME’yê bilîzin. Hûn dibêjin qey dema we ceza da û ji DMME’yê re bir dê ji we re bibêjin ‘hûn mafdar in’ ?’ Ji ber ku biryarên DMME’yê teqez bûne, em dixwazin ku hemû girtî bên berdan.”

Parêzer Rûken Gulagaci destnîşan kir ku hemû biryarên şandeya dadgehê dê di dîrokê de cih bigirin û wiha pê de çû: “Em ji bo parastinê amade ne lê hûn amade nînin. Mijara vê dosyayê Kobanê ye. Lewma dîroka wê derê vegot. Di esasê xwe de ji we re dibêje; ‘Heke min siyaset kiribe sedema wê ev e.’ Lê hûn dibêjin ‘ev mijara dosyayê nîne.’ Heke daxwaza we dizîna ji emrê mirovan be, dê dirêj dirêj biaxivin û hûn jî dê guhdarî bikin. Ev mutalaaye ne mutalaayeke wisa ye ku di mehekê de pê re bigihije. Daxwaza min ew e ku di vê dosyayê de ji ewil biryara ji bo Selahattîn Demîrtaş û piştre jî ya Fîgen Yuksekdag berçav bê girtin û hemû girtî bê tehliyekirin.”

Parêzer Mahsunî Karaman jî têkildarî helwesta şandeya dadgehê ev tişt anî ziman: “Ev dosya, bi saîkên siyasî hatiye vekirin. Hûn ji miwekîlên me re dibêjin li gorî dosyayê tevbigerin. Lê ma di dosyayê de mijareke hiqûqî heye? Têkildarî biryareke ku DMME’yê der heqê wê de 67 caran biryar daye de hişyariyan nekin. Dadgeh bi biryarên navberê re nerazîbûnan çareser dike, red nake. Lêpirsîna 5 miwekîlên me temam nebûne.

Di vê navberê de we têkildarî mutalaayê biryareke navberê dan. Hûn nikarin nêrîna Serdozgerê Komarê bigirin. Heke we li vê derê sîfetê beşdariyê dabe hezar û 500 kesan, hûn neçarin ku tevekan guhdar bikin. Hûn nikarin ji ewil ji dozger bipirsin. Hûn heta ku ji beşdaran nepirsin, nikarin mutalaayê bidin. Mutalaa jî têkildarî mafê parastinê de ye. Heke hûn di vê dosyayê de beriya mutalaayê biryarê bidin dê ev dosya bikeve. Lê heke hûn beriya biryarê rêzê mutalaayê bixwazin, ev dosya dîsa betal dibe.”