15 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Egerên şerê Rûsya û NATO’yê zêde dibin’

Di nava aloziya Rûsiya û welatên Rojava de li ser nakokiya Rûsiya û Ukraynayê û gavên ji bo endambûna Fînlandiya ya NATO`yê, li gorî Wezareta Derve ya Rûsiyê ev tev metirsiya pevçûna leşkerî bi NATO`yê re zêde dikin.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve Alexander Grushko di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya Izvestia re der barê vê mijarê de wiha gotiye: “Mixabin metirsiyên pevçûnan zêde dibin û her kes vê yekê dizane.”

Wekî tê zanîn  Fînlandiya bi fermî tev li NATO bû, derbeyek bi êş li Moskovayê xist.

Metirsiya pevçûnê zêde dibe

Alexander Grushko di hevpeyvîna xwe her wiha teqez kir ku bi tevlêbûna Fînlandayê ya ji bo NATO’yê “metirsiya zêdebûna nakokiyan du qat kir”.

Berdevkê Kremlînê, Dmitriy Peskov, beriya niha jî dabû xuyakirin ku berfirehkirina NATO’yê dê welatê wî neçar bimîne ku tedbîran bigire da ku ewlehiya xwe misoger bike.