4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Divê gelê kurd bi lîstikên AKP-MHP’ê nexapin’

Rêxistinên KCD, TJA, DBP û HDP ên Wanê, Meclisa Dayikên Aştiyê, TUHA-DER, MEBYA-DER, Komeleya Jinan a STAR, ÎHD, Komeleya Lêkolînên Çand û Hunera Kurdî ya Arsîsa, Atolyeya Hunerê ya Aryenê û Şanoya Mencel bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî meşek girseyî li dar xistin û daxuyanî dan. Girseyê li Kolana Hunerê daxuyanî da. Aktîvîsta TJA’yê Şehrîban Elsayar metna daxuyaniyê xwend.

Şehriban Elsayar bal kişand ser sernivîsa Kovara Hawarê a “Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwenasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike. Her kesên ku xwe nas dikin, dikarin xwe bidin naskirin. Hawara me berî her tiştî, dê heyîna zimanê me  bide naskirin. Lewre ziman şertê heyînê yê pêşîn e. Em ê bi hev re xwedî li Hawarê derkevin û wê mezin bikin” û wiha got: “Gelê Kurd di sala 2007’an de 15’ê Gulanê ‘Cejna Zimanê Kurdî’ îlan kiriye û  her sal vê Cejnê bi ruhekî neteweyî pîroz dike. Em dizanin! pirsgireka ku 99 sal in weke pirsgirêka kurd tê binavkirin û pirsgirêka sereke ya vî welatî ye, di rastiya xwe de siyaset û polîtîkayên dewletê yên bişaftin, zext, zor û pêkûtiyên ku li ser çand, ziman û nasnameya kurdî tên meşandin in. Dîsa tê zanîn ku înkara çand, ziman û nasnameya kurdî, ji avabûna komara tirkiyêyê heta vê demê bi dehan caran bûye sedema nerazîbûna gelê kurd û ev siyaseta înkarê ya li hemberî nirxên neteweyî yên gelê kurd, bûye sedema şerê ku bi dehan salan in didome.”

Şehrîban Elsayar, li ser wateya perwerdehiya zimanê zikmakî jî rawestiya û wiha got: “Divê gelê kurd, bi lîstikên AKP-MHP’ê yên xapînok ên weke; ‘Bila kurd bi qursan, dersên hilbijarî û dibistanên taybet zimanê xwe fêr bibe’ qebûl nake. Ev lîstik û pêkanînên AKP-MHP’ê, bi awayekî girantir berdewamiya bişaftinê ne. Gelê kurd, dê jiyaneke bêyî çand, ziman û nasname ku hêmanên statuya siyasî ya gelê kurd in, tu car qebûl neke. Çawa ku zarokên tirk li vî welatî bi awayekî azad ji hemû maf û azadiyan sûd werdigirin, pewiste zarokên kurd û hemû zarokên li vî welatî dijîn jî, bi awayekî wekhev, di serî de Mafê Perwerdehiya Bi Zimanê Dayîkê, ji hemû maf û azadiyan sûd werbigirin. Bi kurdî biaxivin! Bi kurdî bixwînin! Bi kurdî binivîsin! Bi kurdî bijîn.   Zimanê me rûmeta me ye. Zimanê me nasnameya me ye. Zimanê me hebûna me ye. Bêziman jiyan nabe. 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz be.”

Piştî daxuyaniyê bi sedan kes bi berzkirina dirûşmên, “Zimanê rûmeta me ye” û “Bêziman jiyan nabe” û stranên kurdî ji Kolana Hunerê heta avahiya HDP’a Wanê meşiyan. Girseyê li ber avahiya HDP’ê stranan got û govend gerand.