spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Têkoşîna me dê dawî li qetilkirinê bîne’

Bertekên li dijî qetilkirina Sakîne Kultur a ku ji aliyê Serokê Tevgera Ocaxên Taybet Îbrahîm Barkin ve bi îşkenceyê hat qetilkirin zêde dibe. Bi pêşengiya Platforma Piştgiriya Jinan a Dayika Taybet, jinan li Kolana Hunerê ya Silopiyayê daxuyaniyeke girseyî da çapemeniyê. Dayikên Aştiyê, Aktîvîstên TJA’yê, endamên Meclisa Jinan a HDP’ê û gelek jin beşdarî daxuyanî bûn. Jinan pankarta “Ji bo jiyanek azad û wekhev em ê têkoşîna xwe mezin bikin, Têkoşîna me dê qetilkirina jinan bi dawî bike” vekirin. Jinan wêneyê Sakîneyê û dovizên “Jin jiyan azadî”, “Ji kuştina jinan re na”, “Bila kujer werin darizandin” hilgirtin.

Endama Platforma Piştgiriya Jinan a Dayika Taybet Evîn Hasanoglu daxuyanî xwend. Evîn Hasanoglu qetilkirina Sakîneyê şermezar kir û destnîşan kir ku jin dê kuştina hovane ji bîr nekin û wiha axivî: “Tundî û kuştina li dijî jinê pirsgirêkek civakî ye. Nêzikatî û hişmendiya serdestiya mêr, tundî û kuştina jinan li ser civakê rewa dike. Li Silopiyayê jî Sakîne Kultur ji ber wan polîtîkayên taybet bi awayekî hovane hatiye qetilkirin.”

Jinan piştî daxuyaniyê ji bo şermezarkirina kuştina Sakîneyê çalakiya rûniştinê li dar xist. Piştî rûniştinê dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Sakîne Kultur nemir e” berz kirin û ji Kolana Hunerê heya ber mala Sakîne Kultur meşiyan û gelek caran dirûşm berz kirin. Jinan  serdana malbatê Sakîneyê kirin û sersaxî xwestin. Li ber hewşa malê li ser navê Dayikên Aştiyê Emîne Tatlici axivî û destnîşan kir ku divê ji kuştin û dawî li qetilkirina jinan were.