4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar: Kujer li meclisê ye

Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 434’an de berdewam dike. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, di saetên serê sibehê de hatin ber edliyeyê û dest bi nobeta xwe kirin. Ferît Şenyaşar, der barê nobetê de anî ziman ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujiyeke organîzekirî pêk hat û wiha got: “Em ji roja destpêka nobetê ve dibêjin li nexweşxaneyê komkujî kirin. Piştî 4 salan kekê parlamenterê ku komkujî organîze kir hat girtin. Kesên ku komkujî organîze kirine 2 kes in. Yek ji van kekê Parlamenter Îbrahîm Halîl Yildiz e û yek jê jî Halîl Yildiz e. Di binçavkirina dawîn de şêwirmendê parlamenter jî di îfadeyên xwe de vê dibêje; kesê me aresteyî nexweşxaneyê kir palamenterê me bû. Em bi arestekirina wî çûn nexweşxaneyê’. Ev li xwe mikurhatin e.”

Şenyaşar, xwest demildest fezlekeya Yildiz radestî meclisê bikin û diyar kir ku heta edalet pêk bê wê nobeta xwe bidomînin.

Malbata Şenyaşar, li ser hesabê xwe yê medya sanal hesabê meclisê yê fermî etîket kir û ev parvekirin kir: “Nobeta me ya edaletê di roja 434’an de berdewam dike. Yek ji organîzatorê kokmkujiyê hat girtin. Yek jê jî hê li meclisê ye ku wê di demeke nêz de fezlekeya wî biçe meclisê.”