spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komîteya Koçberan: Demografyayê diguherînin

Ji bo şermezarkirina siyasetên guhertina demografiyê ku dewleta tirk a dagirker li herêmên dagirkirî pêk tîne, Komîteya Koçerên Serêkaniyê daxuyaniyek da. Komîteyê muzakereyeke fermî radestî Komîseriya NY`yê ya Penaberan a li Qamişlo kir.

Emdamên Komîteya Koçberên Serêkaniyê Reyan Exte, Rîhan Xelîl û Lîlav Şêxmûs bi zimanên erebî, kurdî û înglizî daxuyanî xwend. Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di 3`yê Gulanê de ragihand ku welatê wî amade ye projeya avahiyên mêtîngeriyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Efrîn, Ezaz, Bab, Cerablus, Girê Spî û Serêkaniyê ava bike û milyonek penaberên sûrî li wan herêman bi cih bike.

Komê li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a NY`yê ya Penaberan a li Qamişloyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bêdengiya civata navneteweyî li hember avakirina avahiyên mêtîngeriyê li herêmên dagirkirî, îsbat dike ku ew ji erkên xwe yên qanûnî û mirovî xwe dide alî.” Komîteyê diyar kir ku ji dema AKP`ê hatiye ser desthilata Tirkiyê di dawiya 2002`yan de, hewl da sûdê ji guhertinên li Rojhilata Navîn bigire û wiha domand: “Ji ber wê destek da şepêlên îxwanan yên rêxistinên terorîst û çarçoveyeke siyasî, lojistîk û leşkerî ji wan re peyda kir. Dest li kar û barên herêmên din werda, da ku axa dewletên cîran dagir bike û tev li axa xwe bike. Ligel wê li hin dewletên herêmê baregehên leşkerî ava kir.

Der barê armancên projeya avahiyên mêtîngeriyê de komîteyê destnîşan kir ku dewleta tirk ji vê yekê armanc dike, cografiya Sûriyê ya dagirkirî tev li Tirkiyê bike, dîrok û demografiya wê biguherîne û di pêşerojê de wan herêman ji danûstandinên têkildarî dosyaya Sûriyê dûr bixe.

Komîteyê siyasetên guhertina demografiyê şermezar kirin û bi gaveke bi talûke , polîtîzekirina doza penaberan û bikaranîna wan ji bo bidestxistina destkeftiyên siyasî û rewakirina dagirkeriyê li wan herêman hesiband.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê di dawiya daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî, Amerîka, Rûsya û rêxistinên navneteweyî kir ku demildest destwerdanê bikin û van projeyên mêtîngeriyê rawestînin ku dagirkerî û mêtîngeriyê mayende dikin û aştiyê têk dibin, koka şêniyên resen diqelîne, rê li pêşiya vegera wan digire û zemînê şerên navxweyî li herêmê di pêşerojê de amade dike.