7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kujer Îbrahîm Barkin û têkiliyên wî yên bi hêzên paramîlîter re

Li navçeya Silopîya ya Şirnexê di 13’ê gulanê de Sakîne Kultur(40) bi rêbaza îşkenceyê hatibû qetilkirin. Cenazeyê Kultur li ser rêya newala Bêspinê ya girêdayî bajarokê Tilqebînê ji hêla ajokarekî kamyonê ve hatibû dîtin. Di çarçoveya lêpirsîna ku der barê kuştina Kultur de hatibû kirin de Serokê Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin, Yûnûs Kultur û Haci Kultur hatibûn binçavkirin.

Her sê kesên ku sewqî edliyeyê hatibûn kirin, piştî karê wan li dozgeriyê  qediya bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Serokê Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin ê derket pêşberî dadger îtîraf kir ku Sakîne Kultur bi îşkenceyê qetil kiriye. Kujerê Sakine Îbrahîm Barkin, hat girtin û şandin girtîgehê.

Bertekên li dijî qetîlkirina Sakîne Kultur de her diçe zêde dibin. Sakîneyê 2 jê astengdar dayika 5 zarokan bû. Kurekî wê di sala 2016’an di pêvajoya qedexekirina derve de, di encama teqînekê de ji çonga xwe birîndar bibû û astengdar mabû. Tê îdiakirin ku Îbrahîm Barkin 4 sal in bi awayekî sistematik Sakîneyê tacîz kiriye. Gelek caran lê gef xwariyê û bi rêya şantajê îşkence lê hatiye kirin. Herî dawî jî cenazeyê Sakîne bi awayekî îşkencekirî hate dîtin. Kujerê wê jî Serokê Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin e.

Bi vê bûyerê re pirsen li ser kujerê Sakîneyê Serokê Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin jî zêdetir dibin. Îbrahîm bi têkiliyên xwe yên hêzên paramîlîter û desthîlatdariya AKP-MHP’ê  tê nasîn. Her wiha  Îbrahîm Barkin bi Serokê Şaxa Ewlehiyê ya Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan a Daîreya TEM’ê Albay Seydî Salman.  Serokê Eşîra Alan a Wanê Şaredarê Çatak ê AKP’yî  Abdurahman Şeylan , Serokê Navçeya Partiya Pêşerojê Nizar Ökten, Serokê Ocaxên Osmanî Yaşar Tatar, Midûrê Têkiliyên Civaka Sivîl a Şirnexê Mustafa Guner, walîtiya Şırnexê, subay û yarbayan re jî têkiliya wî heye.

Piştî hewildana 15’ê tirmeha 2016’an ji hêla AKP û MHP’ê rêxisitinkirina hêzên paramîlîter hat pêşxistin. Di vê çarçoveyê de gelek weqf, ocax û teşkilat hatin avakirin. Ocaxên Tevgera Taybet jî yek ji wan e. Ev ocax ji hêla Cebraîl Demîr ku Serokê Giştî yê vê ocaxê ye hat avakirin. Di sala 2018’an de li Meletiyê Cebraîl Demîr û ji parlemeterê AKP’ê Melîh Kulunk wêne parve kiribûn. Melîh Kulunk jî bi têkiliya xwe ya bi Wazîrê Karên Hundir Suleyman Soylu tê nasîn. Di sala 2018’an de jî Îbrahîm Barkin, serdana serokatiya navenda AKP’ê ya Şirnexê kiriye û der barê teşhîlatê de agahiyan parve dike. Ji xeynî xebatên lobiyê yên teşkîlatê, Tê îdiakirin ku navenda vê teşkilata ocaxê Trabzon e.

Di heman demê de hat zanîn ku Îbrahîm Barkin xizmê Halîd Barkin ê Serokê Komeleya Mîllî Beka Hareketî yên şaxên Şirnexê û Cizîrê ye. Halît Barkin ku nêzî Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylûye  bi nelirêtiya ku kiriye jî tê nasîn û di vê nelirêtiyê de bi qasî 4 milyon TL ku dizî bû ketibû rojevê. Komeleya  Tevgera Mîlli Beka  ji hêla parlemeterê AKP’ê Metîn Kulunk ve hatibû avakirin.

Her wiha hate zanîn ku Îbrahîm Barkin, berê Serokatiya Ocaxên Osmanî jî kiriye. Tê îdiakirin ku Ocaxên Osmanî, Tevgerên Taybet a Gel, Ocaxên Tevgerên Taybet rasterast girêdayî SADAT e. Ev hemû wek, teşkîlat û ocax ji hêla SADAT ve tên kontrolkirin û tên birêxistinkirin.

Çavkanî; JINNEWS