5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Encama Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî diyar bû

Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ya 9’emîn wek her sal îsal jî di roja Cejna Zimanê Kurdî de encama wê hat aşkerekirin. Juriyê dosyaya bi navê ‘An gilî gotinên li ser hatinê’ hêjayî xelatê dît.

Juriya ku îsal ji Îrfan Amîda, Necla Arî, Hatice Kiliç, Hamid Omerî û Rêdûr Dîjle pêk dihat dosyaya Bahadîn Akhan a bi navê “An jî gilî gotinên li ser hatinê” hêjayî xelatê dît û Ragip Zarakolu jî hêjayêi xelata rûmetê dît.

Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ji aliyê malbata Arjen Arî û Weşanên sor ve tê lidarxistin. Di rojên pêş de dê dema merasima xelatdayînê bê aşkerekirin.

Bahadîn Akhan kî ye?

Bahadîn Akhan, li navçeya Kopê ya Mûşê ji dayik bû hatiye dinê û li gundê Kekeliyê yê navçeyê mezin bûye. Dibistana seretayî û ya navîn li gund, lîseyê jî li navçeya Kopê xwendiye. Zanîngehê jî Li Zanîngehan Mêrdînê beşa Ziman û Wêjeya Kurdî xwendiye û niha jî li heman zanîngehê lîsansa bilind dike. Her wiha demekê di Xwebûnê de jî edîtorî kir û niha jî li ser roman û wêjeya kurdî xebatên xwe didomîne û carna jî ji bo weşanxaneyan edîtoriyê dike.