5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Encamên destpêkê yên hilbijrtinên Libnanê

Li Libnanê hejmartina dengên hilbijartina parlamentoyê berdewam dike. Encamên destpêkê ên ne fermî tên belavkirin. Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Hundir a Libnanê rêjeya tevlêbûna hilbijartina li derdora ji sedî 41’ê bû.

Li gorî daxuyaniya serokê Saziya Bilind a Hilbijartinan (Tevgera Xiristiyan a Azad) ku koalisyonek bi Hizbulaha Libnanê re çêkiribû  di navbera 15-16 kursiyên parlamentoyê bidest xistine. Partiya Hêzên Libananê  ku wekî aliyên xiristiyan ê dijberî Hizbulahê ye jî bûye xwediyê derdora 20 kursiyên parlamentoyê.  Li gorî van encaman wiha xuya dike ku dê hizbulaha Libnanê hin kursiyên xwe winda bike.

Hêjayî gotinê ye ku hilbijartinên parlamentoyê di nava kirîzeke kûr ya aborî de, dest pê kirin. Hilbijartin roja 15 gulanê ji bo hilbijartina 128 endamên parlamentoyê  pêk hatin.