6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Swêd û Finlandayê bi fermî daxwaza tevlêbûna NATO’yê dikin

Li Swêdê Partiya Sosyalîstên Demokrat piştgiriya xwe ji bo daxwaza tevlêbûna  NATO’yê anî ziman û diyar kir ku ew dixwazin welatê wan tev li ve hevgirtina ewlekariyê bibe. Piştî demeke kurt heman daxuyanî ji Finlandayê jî hat. Di daxuyaniyê de gotin dê bi fermî daxwaza xwe ya tevlêbûnê ji NATO’yê re bişînin.

Serokê Finlandayê Sauli Ninisto pesnê biryara tevlêbûnê kir û wiha got: ”Ev rojeke dîrokî ye”  Sauli Ninisto  di axaftina xwe de matmayîna xwe ji helwesta rayedarên tirk jî anî ziman û wiha got: “Beriya mehekê ez bi serokomarê Tirkiyê re axivîm û wî gotibû ku ew amade ye piştgiriya tevlêbûna Finlandayê bike, lewre jî niha ez vê nerazîbûna Enqerê ya li dijî tevlêbûna welatê me fêm nakim.”

Her wiha serokwezîra Finlandiyayê Sanna Marin jî ev daxwaza welatê xwe wiha nirxand û got: “Ez hêvî dikim ku parlamento di rojên pêşiya me de bi dengdaneke xurt vê biryarê erê bike.”

Sanna Marin di berdewama daxuyaniya xwe de behsa têkiliyên welatê xwe yên bi NATO’yê re kir û wiha got: “Têkliyên me yên xurt bi welatên NATO’yê re hene û em dizanin ku hin problem di vî warî de hene lê ya giring ew e ku em diyalogeke kêrhatî bi welatên endamên NATO’yê re bikin.

Tê gotin ku dê Swêd û Finlandayê 18 gulanê roja çarşemê daxwazên xwe yên fermî ji bo tevlêbûna NATO’yê pêşkêş bikin.