5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ziman li dijî înkarê li ber xwe dide

15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ye. Kurd û rêxistinên kurdan her sal 15’ê Gulanê bi şahî, panel, daxuyanî, meş û çalakiyan bi girseyî pîroz dikin. Îsal jî rêxistinên kurdan li gelek navendan ji 8’ê gulanê heta 16’ê gulanê şahî û bername li dar xistin.

Di 15’ê Gulana 1932’yan de Celadet Elî Bedirxan û hin rewşenbîrên kurd cara yekemîn bi tîpên latînî Kovara Hawarê bi zimanê kurdî çap kir. Bi minasibeta Cejna Ziman û zextên li ser zimanê kurdî Hevseroka Komeleya Lekolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED DER) Şîlan Elmas Kan ji Xwebunê re axivî.

Şîlan Elmas Kan qala girîngiya Roja 15’ê Gulanê kir û wiha got: “Em 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî avakarê alfabeya kurdî mîr Celadet Elî Bedirxan bi hurmet û bi minet bi bîr tînin. Em baş dizanin ku, ew xebata bi nirx û pîroz a ku bi ruh, hest û helwesteke neteweyî hatiye kirin bûye bingeha pêşvebirina zimanê kurdî. Em îro li ser bingeha ku wî weke diyariyeke zêrîn û mirateyeke weke gencîne ji me re hiştiye xebatên zimanê kurdî dimeşînin. Jixwe 15’ê Gulanê bingeha xwe ji destpêka Kovara Hawarê digire. Di 15’ê Gulana 1932’yan de dest bi weşanê kiriye û weşana kovarê jî bûye dengê zanîn û zanistê û hawara xwedî derketina zimanê kurdî.

‘Ziman nîşaneya neteweyan e’

Şîlan Elmas anî ziman ku zimanê kurdî hertim bi erîşan re rû bi rû dimîne û hewceye ku ziman bê parasatin û wiha got: “Ji ber ku ziman nîşaneya hebûna gel û neteweyan e, di encama polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê de zimanê kurdî jî hertim bi zext, zor û pêkûtiyên dewletê re rû bi rû maye. Di 99 salên dîroka komara Tirkiyeyê de ji qedexeyên li ser ziman bigire heta cezakirina axaftina bi kurdî, tu caran zextên dewletê yên li ser zimanê kurdî kêm nekirine. Lê gelê kurd jî tu caran terka zimanê xwe nekiriye. Li dijî înkar û tunehesibandinê serî netewandiye, têkoşîna zimanê xwe bi biryardarî meşandiye û zimanê ku bingeha nirxên neteweyî dîtiye, parastiye.

‘MED-DER mîratgira kurdi ye’

Elmas anî ziman ku ew berdewamiya saziyên kurdî ne û xebatên xwe bi wê hişmendiyê berdewam dikin. Elmas, da zanîn ku wan di destpêkê de jî gotibû ku Komara Tirkiyeyê li ser înkara kurd û kurdîtiyê, li ser înkara çand, ziman û nasnameya gelê kurd hatiye avakirin û wiha berdewam kir: “Her tundî û zexta ku ji aliyê dewletê ve li ser çand û zimanê kurdî hatiye meşandin, ji bo gelê kurd bûye sedema xwedîderketina çand û zimanê xwe ku ji xwe re weke nirx û rûmeta neteweyî qebûl dike.

Bi deh hezaran kes fêrî ziman kir

Bi vê helwest û hişmendiyê her cara ku derfet û fersend dîtiye ji bo pêşvebirina çand û zimanê xwe ketiye nava hewldanê. Tê zanîn ku di salên navbera 1992-2006- û heta 2016’an de saziyên weke Enstituya Kurdî ya Stenbolê, Enstituya Kurdî ya Amedê, KURDÎ-DER û Akademiya Ziman û Wêjeyê ya Ehmedê Xanî hatin avakirin. Di van saziyan de bi sedan mamoste û deh hezaran xwendekar hatin perwerdekirin herî dawî jî gelê kurd bi derfetên xwe li Amed, Cizîr û Geverê dibistanên seretayî vekirin. Ligel ku bi deh hezaran dibistanên ku ji pêşdibistanê heta zanîngehê bi zimanê tirkî perwerdehî didan hebûn û yek dibistaneke ku ji aliyê dewletê ve hatibû avakirin tunebû jî dewletê xwe li van 3 dibistan ku gelê kurd bi derfetên xwe ava kiribû ranegirt û hem saziyên heyî û hem jî deriyê van dibistanan mohrkir. Saziya MED-DER’ê jî weke mîratgir û berdewamiya van saziyên ku me navên wan li jor bi lêv kir kar û xebatên hînkirin û perwerdehiya zimanê kurdî dimeşînin û bi vî awayî xebat û xizmetê ji zimanê kurdî re dikin û em karibin zimanê me yê mîrateya dayîk û dapîran bigihînin zarok û neviyên xwe.

Bila kurdî bibe zimanê perwerdehiyê

Şîlan di dawiya axaftina xwe de qala plansaziya ji bo roja 15’ê Gulanê kir û wiha bi lêvkir: “Em bi çand û kevneşopiya saziyên beriya xwe ku ji me re rêya xebat û xizmeta çand û zimanê Kurdî vekirine, em ê jî îsal 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, Rojên navbera 8 û 16’ê Gulanê bi rengê mihrîcana Zimanê Kurdî pîroz dikin. Di xebat û calakiyên hefteya Zimanê Kurdî de, ji bo ku balê bikişînin ser girîngiya perwerdihîya zimanê dayikê, em ê weke MED-DER û saziyên ziman ên bajêr, vê hefteyê bi panel, forûm, kursiyên ziman, bername û lîstikên şanoyê yên zarokan, bi şahî û konserên bi naveroka hişmendiya zimanê kurdî pêk tînin. Weke gotinên dawî jî, em bang li gelê xwe dikin ku bi hişyarî û hişmendiya ku ‘Zimanê Kurdî bibe Zimanê Perwerdehiyê’ û ‘Zimanê fermî’ beşdarî bername û xebatên me yên di çarçoveya15”ê Gulanê de bibin. Bi van hest û ramanan, em 15′ Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li tevahiya gelê kurd pîroz dikin.”