18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komxebata Şêwra Jinên Kurd bi biryarên girîng bi dawî bû

Li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta tirk Kongerya star duh Komxebateke bi navê ‘Şêwira Jinên Kurd li Rojava’ li darxist. Armanca vê komxebata ku li bajarê Qamişloyê hat lidarxisitn ew e ku jinên kurd rol û helwesta xwe li hember dagirkeriya li ser Kurdistanê bînin ziman. Piştî rojeke tijî nirxandin û nîqaşên girîng li ser guhertin û pêşketinên siyasî, her wiha helwesta jinan li hember hemû rêbazên qirker li ser civaka kurd komxebata jinan bi biryarên girîng hat bidawî kirin. Daxuyaniya bidawîbûnê ji aliyê Endama Komîteya Diblomasî ya Kongreya Star Bencewîn Elî ve hat xwendin.

Bencawîn Elî diyar kir ku nîqaşên hatin meşandin Komxebata Şêwra jinan gihîşte helwesteke hevbeş û biryarnên hatin girtin wiha rêz kirin;

– Helwesta netewî li hemberî dagirkeriyê pêwist dike zelal bibe û têkoşîna li dijî dagirkeriyê li ser axa Kurdistanê erkeke neteweyî ye û jin pêşengên vê erkê ne. Di heman demê de xwedîderketina li berxwedana şervanên Tevgera azadiyê li dijî dagirkeriyê erkeke neteweyîye.

-Hevkariya bi hêzên dijminên gelê kurd re xeta me yê sor e û bi tu awayî nayê qebûl kirin, divê li dijî vê yekê helwesteke xurt û bi bandor were pêşxistin.

-Weke jinên kurd pêwiste em hêza xwe ya siyasî û partî li derve kom bikin da em bikaribin mûdaxeleyên bi bandor li ser rewşa siyasî li Kurdistanê bikin, her wiha xebatên jinan di asta neteweyî de xurt bikin.

-Divê di asta Rojava de jî xebatên ji bo avakirina yekitiya jinên kurd bi hêztir werin meşandin ev jî erka me hemûyan e bi vê armancê wê insîyatîfeke jinan were pêşxistin.

-Divê dîplomasiyeke neteweyî bi armanca têkbirina siyasetên qirêj were pêşxistin.

-Şêwra me bang dike ku Sêyemîn Konferansa Netewî ya Jinên Kurd bi lezgînî were lidarxistin. Bi vê armancê em bang dikin ku komîteya amadekar a konferansê li ser asta herçar parçeyên Kurdistanê bicive û biryarê çêkirina konferansekê bide.

-Ji bo rizgarkirina hemû jinan xebatên xurt û encamgirtî hewce dikin.”