7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Hevkariya bi dagirkeran re xiyanet e’

Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Zap, Avaşîn, Kurojahroyê didomin. Êrîşên ku bi hevkariya PDK’ê li ser axa başûrê Kurdistanê pêk tên rastî gelek bertekên ji çar aliyên Kurdistanê tên.

Mamostayên Zanîngeha Selahedîn û Zanîngeha Silêmaniyê jî der barê êrişên dewleta tirk ên li ser xaka Başûr û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re ji ROJNEWSê re axivîn.

Mamostayê Zanîngeha Selahedîn Sabir Ebdulrehman da zanîn dewleta tirk ji hemû aliyan ve dagirkeriyê li ser xaka Kurdistanê dike, lê wê di êrişên li ser Kurdistanê de bi sernekeve.

Der barê xiyaneta navxweyî de jî Sabir Ebdulrehman wiha got: “Kîjan aliyê kurd hevkariya hêzên tirk dagirker bikin, ew li dijî gelê kurd û xaka Kurdistanê xiyanetê dikin.”

Sabir Ebdulrehman destnîşan kir ji ber şerê kurd bi kurd re dîrokeke bi êş ya gelê kurd heye û wiha domand: “Nabe ti aliyek kurdî hevkariya dewleta tirk bike. Divê hemû aliyên kurdî li dijî êriş û dagirkeriya tirk a li ser xaka Kurdistanê xwedî bernameyeke hevpar bin.”

Der barê mijarê de Mamostayê Zanîngeha Silêmaniyê Bextiyar Kemal Talebanî jî ev tişt anî ziman:  “Nabe ji ber çend kes yan jî aliyek siyasî çarenûsa gelê Kurd bikeve di jêr metirsiyê de. Ji bona wê divê aliyên siyasî berjewendiyên xwe bidin aliyekê û destpêkê çarenûsa gelê kurd bi fikirin. Li beramberî dijmin şoreşa Kurdayetî xurtir bikin.”

Bextiyar Kemal Talebanî komployên dagirkeran ên li dijî gelê kurd bi bêplaniya desthilata herêma Kurdistanê û dijminahiya navxwe ya kurdan ve girêda û wiha dawî li axaftina xwe anî:“Divê desthilata Herêmê ji bo rêvebirina Kurdistanê û jiyana gelê Kurdistanê xwedî plan û bername bin. Ji ber dema di rêvebirinê de plan nebe, dijminên kurdan planan li dijî gelê kurd û xaka Kurdistanê datînin.”