14 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Divê hemû derdor ji bo betalkirina tecrîdê bibin aliyekî zorlêker’

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Mûşê Sumeyye Boz, bêdengiya li dijî tecrîdê rexne kir û got: "Divê hemû derdor ji bo betalkirina tecrîdê bibin aliyekî zorlêker."

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an ve li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F’yê di şert û mercên giran de tê tecrîdkirin. Ji 25’ê Adara 2021’ê ve jî bi tu awayî xeber jê nayê girtin û serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî bi hinceta “cezayên dîsîplînê” tên redkirin.

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Mûşê Sumeyye Boz ji nûçegihana ajansa Mezopotamyayê Rûken Polat re axivî. Sumeyye Boz diyar kir ku pergala tecrîdê ya Îmraliyê îşkence û sûc e û got: “Divê hemû derdor ji bo betalkirina tecrîdê bibin alîgireke zorlêker.”

‘Gel tê tecrîdkirin’

Boz diyar kir ku tecrîd bi awayekî mirovî û hiqûqî îşkence û sûc e û got: “Li Tirkiyeyê bi binpêkirina mafê jiyanê, bi polîtîkjayên asîmlasyon, qirkirin û înkarkirinê, bi tacizên darazê û dorpêça li ser siyasetê mirov dikare bibîne ku tecrîd li ser kesekî tenê nayê pêkanîn, li ser tevahiya gel tê pêkanîn. Yekziman, yeknetew ku detshilata heyî tim bi kar tîne, rasterast tecrîdê îfade dike. Ji lew re tecrîd tenê ne îzolasyon e, di heman demê de dûrkirina ji nirxê xwe û qenalîzekirina ber bi tiştekî din e.”

Muxatebê meseleya kurd

Boz destnîşan kir ku tekane muxatabê çareserkirina meseleya kurd Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û got: “Heya ew neyê esasgirtin, çareserî ne pêkan e. Di çareserkirina meseleyekê de divê muxatabê bûyerê bi xwe hebe. Ger meseleya kurd bê çareserkirin û têkildarî vê pêvajoyeke aştiyê bê avakirin, divê Abdullah Ocalan esas bê girti. Çawa di pêvajoya aştiyê de wiha bû, ji niha û pê ve jî divê wiha be.”

‘Tecrîd negihît armanca xwe’

Boz anî ziman ku bi tecrîda Îmraliyê re armanc fikirên Abdullah Ocalan negihên civakê û got: “Dixwazin fikirên calan tecrîd bikin. Lê eşkere ye ku negihîştine armanca xwe. Êdî fikirên Ocalan li seranserê cîhanê hatine qebûlkirin. Li ser vê xebat hatine kirin û wekî fîlozof tê wesifandin.”

Boz bilêv kir ku di vî warî de jinan jî bi felsefeya “jin, jiyan, azadî”yê têkoşînê mezin kirine û got: “Ev dirûşme, hat wê astê ku rê li ber tevhiya têkoşîna jinê bixe Li her derê cîhanê hat biruhkirin. Ev dirûşme êdî veguheriye formeke jiyanî û hat asta ku pêşengiya hin tevgerên din bike.”

Banga ji bo têkoşînê

Boz bêdengiya li hemberî tecrîdê jî xera kir û got: “Sûcek tê kirin  nîviyê welêt dibe şirîkê vî sûcî. Nebersivandina serlêdanan, astengkirina wan bi xwe jî dide der ku bê tecrîd di kîjan astê de ye. Divê hemû mekanîzmayên navneteweyî û hemû derdorên ji bo mafên mirovan û demokrasiyê têdikoşin, ji bo betalkirina tecrîdê bibin aliyeke zorlêker.”