3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Midûrê girtîgehê: Ferman ji jorê tên

Muhsîne Kaya da zanîn ku kurê wê Ridvan Kaya û 5 hevalên wî ku li Girtîgeha Kirikkaleyê li dijî binpêkirinan greva birçîbûnê didomînin, midûrê girtîgehê gotiye, “ferman ji jor tê, rewşek têkildarî me nîne.”

Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a 6 girtiyan di 12’ê hezîranê de li dijî binpêkirinên mafan û zextên psîkolojîk ên li Girtîgeha Kirikkaleyê ya Tîpa F’yê dabûn destpêkirin di roja 20’emîn de berdewam dike. Li gel pergala tecrîdê ya heyî ya girtîgehê, girtiyên ku qawîşên wan bi serdegirtinan re hatine guhertin, li qadên veqetandî di blokên cuda de tên ragirtin, nahêlin ku bi hev re têkilî daynin û hefteyê carekê bi hev re di saetên sporê de derkevin. Girtiyên bi navê Ridvan Kaya, Fîkret Erden, Serhat Erdemcî, Îhsan Oral, Baran Gul û Orhan Doruk li dijî binpêkirinên mafan ku diqewimin di greva birçîbûnê de ne.

7 sal in girtî ye

Ji girtiyên di greva birçîbûnê de Ridvan Kaya 7 sal in di girtîgehê de ye. Kaya ku li Enqere, Tekîrdag, Tarsûs, Mereş û herî dawî jî li Girtîgeha Kirikkaleyê ya Tîpa F’yê dihat girtin, ji dozên cuda bi giştî 18 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.

‘Ferman ji jorê tê’

Dayika Kaya, Muhsîne Kaya ji nûçegihanê ajansa Mezopotamyayê Hamdullah Yagiz Kesen re axivî. Muhsîne Kaya diyar kir ku Midûrê Girtîgeha Kirikkaleyê ya ku kurê wê piştî erdheja Mereşê sewqî wê hat kirin ji wan re gotiye, “Ferman ji jor tê. Tiştekî me tune ye.” Kaya diyar kir ku destûr nayê dayîn girtî bi hev re bên cem hev û bi hev re biçin hewadariyê û xwest demildest daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.

‘Em ê rewşa girtîgehê ji nêz ve bişopînin’

Parlamenterê yê Partiya Çepên Kesk ê Mêrsînê Alî Bozan ku bi malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ne jî xwest daxwazên girtiyan pêk bên. Bozan got: “Bi tu awayî hewadariyên girtîgehê divê neyên girtin. Li gorî rêziknameya qanûnî mafê wan heye ku di heman korîdorê de bi 9 hevalên xwe re sohbet bikin. Mafê wan heye ku sporê bikin. Em ê di demeke nêz de bi girtiyên di greva birçîbûnê de û bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtinê pêk bînin. Pratîka rêveberiya girtîgehê bi temamî li dijî hiqûqê ye. Girtiyên li girtîgehên Ewlekariya Bilind û Tîpa F ji ber pandemiyê ji mafên xwe bêpar man. Di heyama pandemiyê de jî têkiliya girtiyan bi derve re nebû. Ev mafên ku di heyama pandemiyê de ji wan hatine girtin, hîn ji wan re nehatiye dayîn. Em ê li ser başkirina şert û mercên girtîgehê rawestin û bişopînin.”