28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Keskîn: Divê piştgirî xurtir bibe

Eren Keskîn destnîşan kir ku wê têkoşîna Dayikên Şemiyê heta dawiyê bidome û ev tişt got: “Çalakiya Dayikên Şemiyê, têkoşîneke pir demdirêj e û divê piştgiriya vê çalakiyê xurtir bibe.”

Li Tirkiyeyê di salên 1990’an de piranî li ser erdnîgariya Kurdistanê gelek kes ji aliyê peywirdarê dewletê ve li kûçe û kolanan dihatin binçavkirin û kuştin. Niha jî salên 1990’an weke serdemeke ku ji bo tepisandina têkoşîna şoreşgerî ya li Tirkiyeyê ku di kûçe û kolanan de cînayetên kiryar nediyar dihatin kirin, tê pênasekirin. Di wan salan de, bi hezaran kesên ku ji aliyê yekîneyên fermî yên hiqûqê yan jî rêxistinên paramîliterî ve hatin binçavkirin, îşkencekirin, kuştin, windakirin û careke din agahî ji wan nedihat girtin. Ev pirsgirêka di bin çavan de windakirin û kuştin ne tenê pirsgirêka dewleta Tirkiyeyê ye. Ev pirsgirêk di cîhanê de di nav dewletên ku wekî Tirkiye bi zordestî tên birêvebirin de pir zêde tê dîtin.

Ev kiryar, di têkoşîna parêzvanên mafên mirovan, malbatên kuştî û windayan de bû weke xala destpêkê. Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di sala 1992’an de bi dirûşma ‘Windayan bibînin’  ji bo windayên di binçavan de kampanya da destpêkirin. Çalakiya bi navê ‘Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin’ di 27’ê gulana sala 1995’an de li Qada Galatasarayê ji aliyê malbatan ve hat destpêkirin û  li Kurdistan û Tirkiyê belav bû.

Dayikên Şemiyê

Dayikên ku her roja şemiyê dest bi pirsîna aqûbeta zarokên xwe kirin, navê “Dayikên Şemiyê” li wan hat kirin. Dayikên Şemiyê di 13’ê adara 1999’an de diyar kirin ku ji ber êrîşên hêzên ewlekariyê rûniştina xwe ya li Qada Galatasarayê ji bo demeke nediyar rawestandine.  Piştre çalakiyên şemiyê di 31 çileyê 2009’an de piştî navbereke 10 salan ji nû ve dest pê kir. Çalakî niha jî bê navber didome. Di van demê dawî de hêzên ewlekariyê li hemberî kesên ku tev li van çalakiyan dibin, hêzeke bê hevseng bikar tîne û çalakvanan binçav dike.

Hevseroka Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn der barê çalakiyên Dayikên Şemiyê û êrîşên ku ji aliyê hêzên ewlekariyê ve tên kirin ji rojnameya me re axivî. Keskînê diyar kir ku Dayikên Şemiyê ji sala 1999’an de vê têkoşîna xwe didomînin û ev tişt got: “Di rastiyê de çalakiya Dayikên Şemiyê çalakiya tevgera mafên mirovan e. Kesên ku xizmên xwe windakirine têkoşîna xwe li Komeleya Mafên Mirovan dane destpêkirin. Vê têkoşînê bi salan bê pirsgirêk dewam kir. Di sala 1998’an de navber dan çalakiyê. Piştre di 2018’an de careke din dest pê kir. Di sala 2018’an de bi taybetî bi Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû re astengkirina van çalakiyan hate destpêkirin.”

Çalakiyeke mafdar û rewa ye

Keskîn dest nîşan kir ku çalakiya Dayikên Şemiyê çalakiyeke mafdar e û wiha got: “Çalakiya roja Şemiyê, çalakiya herî rewa ya bêîteatiya sivîl a dayikên li vê erdnîgariyê ye ku ji aliyê cîhanê ve hatiye qebûlkirin0. Di xaleke pir mafdar de Dayikên Şemiyê daketin kolanan û mafdariya wan hema hema ji aliyê tevahî raya giştî ve hat qebûlkirin. Lê ji sala 2018’an şûne de ev têkoşîn tê astengkirin. Di encama serlêdana xizmên windayan de Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku astengkirina çalakiya Dayikên Şemiyê, binpêkirina mafên malbatan e û dewlet mehkûmê cezayê tazmînatê kir.”

‘Reftareke mîrovahî nîşan nadin’

Keskîn da zanîn ku dema çalakvan tên binçavkirin  muameleya xirab li wan tê kirin û axaftina xwe wiha  domand: “Li ser biryara Dadgeha Destûra Bingehîn me dîsa dest bi derketina kolanan kir û berê xwe da Qada Galatasarayê. Lê mixabin em her hefte rastî muameleya xirab tên û bi îşkenceyan tên binçavkirin. Bi gotineke din, tevî ku em bi dilxwazî diçin çalakiyê û em dizanin ku em ê bên binçavkirin lê weke ku em reviyabin kelepçeyan li destê me dixin. Kelepçeya  pir zexm digirin. Em bi saetan di otobusan de di nav germê de , destên me kelemçekirî dimînin. Di nav me de kesên bi nexweşiyên dil û nexweşiyên din hene. Mixabin qet  reftareke mîrovahî nîşan nadin. Dema ku me dibirin nexweşxaneyê kelemçeya vedikirin û paşê me dibirin şaxa ewlehiyê. Em li şaxa ewlehiyê bi giştî rastî tu muameleyên xirab nehatin. Li wir îfadeyên me bi lez û bez tên digirtin. Dû re em dibirin nexweşxaneyên li quncikên herî dûr ên Stenbolê û piştî kontrolê berdidan. Roja şemiyê, em neçar diman ku di seatên trafîkê yên herî qelebalix de ji nexweşxaneyên herî dûr vegerin.”

Têkoşîna demdirêj

Keskîn anî ziman ku piştgirên vê çalakiyê gelek in lê pir kêm kes dertên qadan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Çalakiya Dayikên Şemiyê, têkoşîneke pir demdirêj û mafdar e. Dayikên Şemiyê bi êşa windakirina xizmên xwe yên herî nêz û belkî bi hêza vê êşê çalakiya xwe didomînin. Helbet em weke piştevanên wan li cem wan in. Ez bawer im ev têkoşîn wê heta dawiyê bidome. Lê belê divê piştgiriya vê çalakiya Dayikên Şemiyê xurtir bibe. Belê, gelek alîgir hene lê malbat li qadan bi tenê dîmînin. Em li qadê pir kêm in. Em heta niha di dema çalakiyê de herî zêde 25 kes li qadê kom dibin. Li gorî min divê ev hejmar zêde bibe.”