17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Divê her kes li qadan li ber zilma dewleta tirk rabin’

Serokê Giştî yê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Ahmet Tûrhalli êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava şermezar kir û bang li gelê Kurd kir ku li dora Rojava bicive û ji her kesî xwest ku li dijî êrîşan li ber xwe bidin.

Serokê Giştî yê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Ahmet Tûrhalli bi peyameke bi dîmen êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava şermezar kir.

Tûrhalli got, “Dewleta Tirk ji aliyekî ve êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê dike rojev. Li aliyê din jî bi rengekî giran bombeyan li gelê Kurd ê li Rojava dibarîne. Mirovên sivîl qetil dike. Êrîşî saziyên cemaweriyê, nexweşxane û saziyên binesaziyê dike û sûcê şer dike.”

Tûrhalli bang li gelê Kurd kir û got, “Ji destê kê çi tê bila bike. Divê em van zaliman rawestînin. Li cihê ku zilm hebe Îslamiyet û mirovahî nîne. Eger em îro li ber êrîşên li ser Rojava ranebin ji êrîşan em ê hemû berpirsyar bin. Lewma divê em li ber vê zilmê rabin. Ji destê me çi tê divê em wê bikin. Dewleta Tirk ji doh bi şev ve bombeyan li Rojava dibarîne. Sedem çi ye? Li Başûrê Kurdistanê li hemberî şervanên azadiyê têk çûn. Tola vê yekê ji mirovên sivîl hiltînin. Qadên jiyanê yên mirovên sivîl tune dikin. Êrîşî nexweşxane, sîloyên genim û saziyên xizmetê dikin. Ev yek sûcê li dijî mirovahiyê ye. Li hemberî van zaliman em dengê xwe bilind bikin. Bila her kes li ber van zaliman rabin.”

Nerazîbûna ciwanên kurd

Li Hambûrgê endamên TCŞ û TêkoJIN danê êvarê tevî dostên xwe yên Elman li dijî êrîşên li ser Rojava çalakiyeke bêîteatiya sivîl lidar xistin.

Ciwan li hev kom bûn û li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojavayê Kurdistanê bi meşekê şermezar kirin.

Di meşê de dirûşm hatin qîrîn û hate gotin, “Em li ku dibin bila bibin em ê têkoşîna xwe li wir dewam bikin.”

Di daxuyaniya ciwanan de hate gotin, “Dewleta Tirk a ku bi rengekî nemerdane êrîşî Rojava dike, bombeyan li qadên jiyanê dibarîne û piştî her têkçûnê hewl dide tola xwe ji gel hilîne, bila baş zanibe ku li ku derê dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe li wir bimeşînin û li her qadê hesab jê bipirse.”

Ciwanan dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Jin, Jiyan, Azadî” qîriyan û çalakiya xwe bi dawî kirin.