5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dlêr: Partiyên kurdan li Kerkukê nexebitîn

Parlamentera berê ya Iraqê  û parêzer Rezan Shek Dler têkildarî hilbijartina Kerkukê diyar kir ku ji ber partiyên kurdan nebûn yek û xebatek nekirin kursiyên li meclîsê zêde nekirin û kursiyên ereban zêdetir bûn.

Di 18’ê kanûnê de li seranserê Iraqê ji bo bijartina 175 kursiyan Hilbijartina Meclîsa Bajaran pêk hat. Di hilbijartinan de partiyên kurd li bajarên Kurdistanê yên biniqaş hejmarek kursî bi dest xistin.  Li gorî encamên fermî yên Komîseriya Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê, YNK li Kerkûkê bi 5 kursiyan bû partiya yekemîn. PDK’ê jî li Kerkûkê 2 kursî bi dest xistin. Li Mûsilê jî PDK’ê 4 kursî YNK’ê jî 2 kursî bi dest xistin. Li Selhedînê PDK’ê 2 kursî û li Diyalayê jî YNK’ê kursiyek bi dest xist.

Têkildarî mijarê Parlamentera hikûmeta Iraqê ya berê, parêzer û siyasetmedar Rezan Shek Dler diyar kir partiyên kurdan li Kerkukê hevpeyman çênekirine û xizmetek baş nekirine. Dlêr da zanîn ku ji ber partiyên kurd nebûne yek û ji bo gelê Kerkukê xizmetek nekirine li gorî dixwestin encam negirtine.

Shekh Dler anî ziman ku hilbijartina Kerkukê pir pir girîng bû û wiha got: “Ji ber ku ev hilbijartin pir girîng bû em li bendê bûn ku hejmara kursiyên kurd zêde bibin. Ji bo bajarê Kerkukê wekî bajarê kurdan bê dîtin divê deng û kursiyên kurdan zêde be. Em dizanin ku li bajarê Kerkukê berê kursiyên kurdan zêde bûn. Lê niha mixabin ji ber ku pirsgirêkên gel bi wan re rû bi rû mane û bandora partiyên kurdan ku ji bo gel tiştek nekirine dengê ku dixwestin negirtin.”

‘Parçebûna partiyên kurdan bandorek neyînî li gel kir’

Dler, da zanîn ku bandora parçebûn û nexebitîna partiyên kurdî di nava kerkukê de gelek zêde bûn û wiha berdewam  kir: “Ji ber nexebitîn û parçe tev geriyan me nekarebû kursiyên xwe zêde bikin. Niha bi giştî me 7 kursî bi dest xistine. Heta niha partiyên din ên îslamî û partiyên din nikaribûn hevpeymaniyekê di nava xwe de çekin. Heta niha hevpeymaniyek çênekirine.”

‘Me li Kerkukê 2 kursî winda kir’

Shakh Dler daxuyand ku nevayê nû, partiyên îslamî û partiyên din heta niha nikaribûn di nava xwe de hevpeymaniyekê çêbikin û wiha lê zêde kir: “Ji ber ku hevpeymaniya di navbera partiyan de ji bo Kerkukê gelek girîng e. Eger partiyên kurdan li Kerkukê hevpeymanî çêkiribûna, dikarîbûn 8-9 û zêdetir kursî bi dest xistibûna. Niha me 2 kursî winda kir. Ji ber ku me partiyên kurdan peyman çênekir, me kursî winda kirin.”

‘Cihên taybet û peyvirên taybet di destê ereban de ye’

Dlêr li ser rewşa ereban jî rawestiya û wiha got: “Niha mixabin rêjeya dengê ereb li Kerkuk pir zêde bûye. Berê bi vî şêwazî nebû. Lê ji ber hatina ereban a bajarê Kerkukê rêje hat guhertin. Li Kerkukê hejmarek zêde ereb hatine bicih kirin.  Li Kerkukê cihên taybet û peyvirên taybet di destê ereban de ye.  Ji ber zêdebûna hejmara ereban, nêviyên kursiyên meclîsê ereban bi dest xistiye.”

‘Partiyên kurdan ji bo kurdan tiştek nekir’

Shakh Dler bibîr xist ku Kerkuk Kurdistanî ye û wiha lê zêde kir: “Em her tim dibêjin Kerkuk Kurdistanî ye. Berê di meclîsê de kursiyên kurd pir pir zêde bûn. Ji nevîyê meclîsê zêdetir kurd bûn. Ji ber vê yekê me digot Kerkûk Kurdistanî ye. Lê niha li meclisê dengê kurd hema bêje negihişt nevî jî. Anha kursiyên kurdan li meclisê pir kêm bûye. Gelê kurd ji ber kêmbûna kursiyên kurdan gelek aciz in. Ji ber ku partiyên kurdan ên herêmê ji bo Kerkukê tiştek nekiriye.  Ji ber partiyên kurdan li vir tiştek nekirine kursiyên me jî li Kerkukê kêm bûne. Bi taybetî di vê dawiyê de Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) dikaribû hewldanek zêde bike. Ji bo dengan li Kerkukê zêde bike, dikaribû xebatek baş bike. Lê mixabin wê jî ji bo Kerkukê tiştek nekir. Dizanîbûn hewldana gelê Kerkuk ji bo netewbûnê bû.  Derdê gelê kurd ê Kerkukê ne partî bû. Ne tenê PDK an jî YNK bû. Dengê wan dengê tevahiya Kerkukê bû.”

Divê kurd bi tirkmenan re rolek mezin bilîzin

Dlêr bal kişand ser rola gelê tirkmen jî û wiha bi dawî kir. Gelê Kerkukê digotin Kerkuk Kurdistanî ye û gelê Kurd li Kerkûkê dijî. Mijara din jî divê niha kurd bi gelê tirkmen re rolek mezin bilîzin. Ji ber ku li meclisê 2 kursiyên tirkmenan hene. Kursiyek wan ya suniyan, ya din jî kursiya şiîyan e. Divê partiyên kurdan pirsa ‘Em çawa dikarin rolekî baş bilîzin ku em karibin xwe nezî tirkmenan jî bikin.  Divê hewldana me ew be ku em karibin kursiyên xwe zêde bikin û bi tirkmenan re bigêjin encamek hevpar.”