18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Divê hilbijartina li Şirnexê bê nûkirin’

Rêveberê KESK'ê Adnan Şenbayram, diyar kir ku divê hilbijartinên ku hîle tê de hatine kirin, bên nûkirin. Li Şirnexê îradeya gel ji holê hat rakirin û hiqûq hat astengkirin

Di hilbijartinên xwecihî yên li Şirnexê de, AKP tevî rayên bi hezaran leşker û polîsên veguhastin bajêr jî, bi ferqeke hindik bû yekemîn. Rêxistina DEM Partiyê ya Bajêr ku li dijî nelirêtiyên hatin kirin serî li Desteya Hilbijartinê ya Navçeya Navendî da, duh pankarteke ku kîjan partî çend ray girtine û çend polîs û leşker ber bi bajêr ve hatine veguhastin, bi avahiya partiyê ve daliqand û rewşa heyî teşhîr kir.

Berdevkê Demê yê Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Adnan Şenbayram ku wekî çavdêr hilbijartina li bajêr şopand, çavdêriyên xwe yên roja hilbijartinê ragihandin.

Şenbayram anî ziman kku ber bi hilbijartinê ve pirsa “Gelo wê di hilbijartinan de hîle bên kirin?” li her kesî peyda bûye û got “Mixabin di hilbijartinên xwecihî yên li bajêr de ew fikarên me hemû pêk hatin. Hilbijartineke di şert û mercên antîdemokratîk de pêk hat. Hema bêje li Şirnexê hejmara dengdêrên xeyalî ji sedî 20-25’ê tevahiya dengdêran bû.”

‘îpoteka ser vîna gel ‘

Şenbayram diyar kir ku di roja hilbijartinê de li navenda bajêr û navçeyên wê komîsyonên çavdêriyê li dibistanan ava kirine û wiha got: “Bi taybetî li Dibistana Seretayî û Navîn a Orgeneral Omer Keçecigil hemû sindoq ji bo dengdêrên veguhastî hatin veqetandin. Dema em ji bo çavdêriyê çûn vê dibistanê, dîmena em rastî wê hatin em matmayî kirin. Bi dehan otobus, mînîbus û bi sedan dengdêr dihatin veguhastin. Hema bibêje desthilatê encama hilbijartinê li vir diyar kir. Îradeya gel nîn e. Ev kes di jiyana xwe de pênc deqeyan jî li van kuçeyan nejiyane û vê erdnîgariyê nas nakin, lê ji bo îpotekê deynin ser vîna gel hatin.”

‘Gel xwedî li vîna xwe derket’

Şenbayram diyar kir ku ew vê yekê qebûl nakin û wiha pê de çû: “Dema em li wê dibistanê bûn, me wekî çavdêr biryar da ku em nehêlin vîna vî gelî were desteserkirin. Û me bertek nîşanî polîs û leşkerên anîn wir da. Me got, ‘Hûn ne vîna vî gelî ne. Ev bêhiqûqîtî ye, ev pêkanîneke antîdemokratîk e, em vê qbeûl nakin.’ Bi vê berteka me re kesên li wir jî bertek nîşan dan. Dema ev bertek di nav gel de belav bû, her kes hat wê dibistanê. Gel êdî nexwest bêdeng bimîne, doza vîna xwe dikir. Lê polîtîkayên ewlehîparêz yên bi salan e li Şirnexê tên meşandin demildest ketin meriyetê. Leşker û polîs ewilî gel belav kirin û gotin ew tundiyê pêk bînin. Bi vî awayî rê li ber dengdêrên xeyalî xistin û gaza îsotan jî reşandin vîna Şirnexê.”

‘Divê dest ji vê şaşiyê berdin’

Şenbayram anî ziman ku hêzên dewletê li hemberî gelê ku vîna xwe parastiye tundiyeke nehevgirtî bi kar aniye û got ku kesên diviyabû ji bo ewlehiya hilbijartinê li wir bûna, hîle daxilî nava hilbijartinê kirine. Şenbayram bilêv kir ku ev rewşa ku ew rastî wê wan ne tenê li wê dibistanê bûye, li tevahiya bajêr rewşeke wiha hebûye.

Şenbayram destnîşan kir ku di navbera veguhastina dengdêran û qeyûm de tu ferq tune ye û got: “Li Şirnexê hilbijartineke demokratîk pêk nehat. Li Şirnexê îradeya gel ji holê hat rakirin û hiqûq hat astengkirin. Em rêxistinên kedê dibêjin; hîle daxilî hilbijartinê hatiye kirin. Divê hilbijartin bên nûkirin. Divê gelê Şirnexê biryara hilbijartinê bide. Divê hemû derdorên civakê yên li Şirnexê li dijî vî sûcî dengê xwe bilind bikin. Divê ew berteka xwe nîşan bidin da ku dest ji vê şaşiyê bê berdan.”