17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Divê Iraq dijî kîmyabarana Tirkiyeyê giliyek navneteweyî bike’

Şêwirmendê leşkerî yê iraqî Meîn Cibûrî, ji bo êrîşên dewleta tirk ên bi çekên kîmyewî ev tişt got: “Eger hewldanên dîplomatîk bi ser nekevin, Iraq dikare giliyê êrîşên kîmyawî yên dewleta tirk bike.”

Êrîşên dewleta tirk ên li ser xaka başûrê Kurdistanê bi piştgiriya Partiya Demokrata Kurdistanê bi hemû dijwariya xwe didomin. Artêşa tirk di êrîşên xwe de çekên kîmyawî û qedexekirî jî li dijî gerîlayên HPG’ê û xwezaya Kurdistanê bi kar tîne. Ji ber vê hovîtiya dewleta tirk bertekên li dijî wê zêde dibin.

Li gorî nûçeyeke ku Rojnews’ê derbas kiriye, şêwirmendê leşkerî  yê berê yê hikûmeta Iraqê Meîn Cibûrî, der barê êrîşên dewleta tirk axivî û nirxandinên girîng kirin. Cibûrî, diyar kir ku roj bi roj hêrsa gelên ereb û kurd a li dijî bi karanîna çekên kîmyayî zêde dibe û wiha got: “Heke hewldanên dîplomatîk bi ser nekevin, divê hikûmeta federal giliyekî navneteweyî bike. Divê êrîşên dewleta tirk bên rawestandin.”

Hêjayî bi bîr xistine ye ku beriya niha Endamê Lijneya Mafê Mirovan ê li Parlamentoya Iraqê Hisên Merdan jî ji Rojnews’ê re ragihandibû ku hemû cûre operasyonên leşkerî yên dewleta tirk ku li Iraqê dest pê kiriye red dikin.