2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Vê zilmê xwedê jî qebûl nake’

Xwîşka girtiyê nexweş Hamdûsena Ada, Reşahat Ada diyar kir ku tevî ku ev saleke di çalakiya edaletê de ne jî hê pirsgirêkên girtiyan nehatine çareserkirin.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan li Amedê dane destpêkirin, di roja 359’an de li ber deriyê Edliyeya Amedê berdewam kir. Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya 78’an, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), endamên Baroya Amedê, endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Amedê û Hevserokên HDP’ê yên Amedê Gulîstan Atasoy û Zeyat Ceylan piştgirî dan çalakiya malbatan.

Di çalakiyê de xwîşka girtiyê nexweş Hamdûsena Ada, Reşahat Ada axivî. Ada, bi lêv kir ku cezayê giran li girtiyan tê birîn û ev tişt gotin: “Mebesta me ya ku îro em li ber deriyê edliyê çalakiyê li dar dixin ew e ku cezayê giran nedin girtiyan. Qanûnên wan çibin bila qanûnên xwe pêk bînin. Lê tevî ku cezayê giran didin wan û ew cezayê xwe diqedînin jî poşmantiyê li wan ferz dikin. Dema ew dibêjin em ne poşman in jî înfaza wan dişewitînin. Vê zilme ne xwedê, ne jî evd qebûl dike. Em dibêjin ku bila zilm û zorê li girtiyan ferz nekin, girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyayê bên berdan.”

‘Em ê li ber xwe bidin’

Di berdewamiyê de Ada, destnîşan kir ku tevî rewşa girtiyên nexweş girane jî ne di rojeva Meclisê de ye û wiha pê dê çû: “Gelek girtiyên nexweş tevî ku nexweşiya wan girane jî nayên berdan. Em çûn Enqereyê me dosyayên girtiyên nexweş nîşanî partiyên siyasî jî da, wan soz da me lê bi cih neanîn. Tevî ku ev meheke Meclis vebûye jî ne di rojeva wê de ye. Banga me ji partiyên siyasî ew e ku soza xwe bi cih bînin û rewşa girtiyên nexweş bixin rojeva Meclisê. Ev saleke ji bo edaletê em di çalakiyê de ne, edî bes e em vê zilmê qebûl nakin. Bila baş bizanibin ku em serê xwe natewînin. Bila girtiyên nexweş re çareseriyekê bibînin. Heta ji girtiyên nexweş re çareseriyek nebînin em ê li ber xwe bidin. Heta dilopek xwîn di cane me de hebe em dê çalakiya xwe bidomînin.”

Çalakiya malbatan bi berzkirina dirûşmeyên, “ Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû.