5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji HDP’ê biryara ‘Konferansa Komara Demokratîk’

Di civîna MYK’a HDP’ê de biryar hat girtin di dawiya vê salê de Konferansa Komara Demokratîk were lidarxistin.

Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di civîna li Navenda Giştî ya partiyê li dar xistî de biryarên girîng dan. Hat zanîn ku ji nîqaşên ser makeqanûnê heta serdana Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Bekîr Bozdag û avakirina komarê ya di sedsala duyemîn a damezirandina komarê de, gelek nîqaşên din ên girîng di civîna MYK’ê de hatine kirin.

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, duh bi civîna çapemeniyê re nêrîna partiya xwe ya têkildarî guherandina makeqanûnê ku CHP’ê xistibû rojevê û AKP’ê jî pêşnûmeqanûna wê amade kiriye, parve kiribû. Şandeyeke AKP’î ku Bozdag jî di nav de bû, hatibû serdana HDP’ê û ev hevdîtin rastî bertekên partiyên mûxalîf hatibû.

Makeqanûneke wekhevî û azadîxwaz

Di civînê de MYK’ê têkildarî serdana AKP’ê û nîqaşên makeqanûnê nirxandin kirin. Her wiha Gunay, diyar kiribû ku divê maf û azadiyên bingehîn bi awayekî berfireh bên nirxandin û bal kişand ser makeqanûneke sivîl, demokratîk û piranîparêz. Gunay, destnîşan kir ku ew rast nabînin ku mijara laçikê veguhere mijareke guherandina makeqanûnê û wiha got: “Di esasê xwe de li gorî me rast nîne ku CHP mijareke wiha dike rojev. Desthiltadarî vê mijarê weke firsendek bi kar tîne û derdorê tevlihev dike. Taybetiya herî girîng a makeqanûnê, aliyê wekhevî û azadîxwaz e. Azadî lê ji bo her kesî azadî, ji bo her bawerî, çand, ziman û nasnameyan azadî. Em li gel vê ne. Divê ev makeqanûn mafên kurdan, elewiyan, bindestan, karkeran, jinan û ciwanan mîsoger bike. Em li gel guhertineke wiha ne.”

Konferansa Komara Demokratîk

Yek ji mijarên din ên di MYK’ê de hatiye nîqaşkirin jî avakirina “Komara Demokratîk” a di sedsala duyemîn a damezirandina komarê de bû. MYK’ê biryar da ku “Konferansa Komara Demokratîk” bê lidarxistin. Tê payîn ku komîsyona ku di vê çarçoveyê de hatiye avakirin, di demekî nêz de dest bi xebatên xwe bike. Piştî ku komîsyonê xebatên xwe temam kirin jî dê konferans heta dawiya salê yan li Stenbolê yan jî li Enqereyê bê lidarxistin. Hat zanîn ku dê pêkhateyên HDP’ê, şexsiyetên girîng, partiyên siyasî, rewşenbîrên navneteweyî, nivîskar û siyasetmedar bo konferansê bên vexwendin. Encamên konferansê jî dê li MYK’ê bên nîqaşkirin û HDP dê li gorî van biryaran jî ji bo avakirina Komara Demokratîk nexşerêyê amade bike.