4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çapemeniya îranê çawa xwepêşandanan dinirxîne

Piştî 50 rojan ji serhildana gelên Îranê xwepêşandan, nerazîbûn û serhildana gelê Îranê di çapemeniya Îranê de cihekî çawa digire.

Di ser xwepêşandan û nerazîbûnên piştî kuştina Jîna Emînî li Îranê dest pê kirin 50 roj derbas bûn, hê jî mijara sereke ya çapemenî û rojnameyên Îranê ev nerazîbûnên gel û riyên çareseriyê ye.  Hin rojname bi rengekî erênî nêzî vê serhildana gel dibin û dibêjin ku divê guhertin werin kirin, destûra vî welatî were guhertin û pêşiya hin azadiyan werin vekirin. Lê hin rojnameyên nêzî rejîmê jî bi rengekî neyênî nêzî van nerazîbûnan dikin û tevgera gel bi hêzên derve ve girê dide.

“Eniya Çaksaziyê” li Îranê bi boneya 50’emîn roja xwenîşandanan daxuyaniyek belav kir û tê de hewlên hin aliyan ji bo girêdana van bûyeran bi faktorên derve û mijarên ne rast rexne kir. Eniyê di daxuyaniya xwe de ku 10’ê mijdarê ji aliyê rojnameya reformxwaz a “Etimad” ve hatiye belavkirin, gotiye ku xwepêşandanên vê dawiyê tevgereke gelêrî ye ji bo vegerandina jiyanê û encama “siyaseta înkarê” ye. Di daxuyaniyê de hat gotin, Heqareta li welatiyan, tepisandina jiyanê û pirsgirêkên ku ketine ser hev û bê çareserkirina mane sedema van nerazîbûnên gel in.

Di daxuyaniyê de bal hatiye kişandin ser wê yekê ku divê hikûmet guh bide daxwazên gel û gavên wêrek bavêje .Rojnameya Şerq jî gotarek Mistefa Haşimî-Taba weşandiye û tê de reşbîniya xwe derbarê sererastkirina rewşa Îranê nîşan daye. Tê de tê gotin heke daxwazên niha yên ji bo reforma destûrê û guhertina hinek siyasetan pêk were jî dê wekî dermanên demikî bin û çareseriyeke mayende bi xwe re neyne.

Li hember bangewaziyên reşbîn û xemsar di nav reformxwazan de, em dibînin ku rojnameyên rejîmê jî li ser helwestên xwe yên li ser bingeha çareseriya bi riya tundiyê li hember xwepêşandan û rexnekirina siyasetên rejîmê berdewam in.

Rojnameya ‘Keyhan’ ku nêzîkî Xamineyî ye, piştî bangewaziya wî ya guhertinan û referanduma giştî, êrîşî îmamê suniyên Îranê Mewlewî Ebdulhemîd dike û ev kesayetiya navdar di nav civaka Îranê de bi giştî tawanbar dike.  Rojnameyê daxwazên Mewlewî Ebdulhemîd wekî lêkirina benzînê bi ser agir de binav kir û daxwazên wî yên reforman bi tundî rexne kir.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku rejîma Îranê kanala “Îran Înternasyonal” ji ber nûçeyên wê yên rojane ên der barê çalakî û xwepêşandanên gel de, bi piştgiriya xwepêşandêran tewanbar dike û wê wekî dijminê Îranê binav dike.