17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bûldan: Divê tecrîd bi dawî bibe

Hevseroka giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku divê di zûtirîn demê de tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin. Ev 19 meh in jî tu agahî jê nayên girtin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê herî dawî di 7’ê tebaxa 2019’an de û malbata wî jî di 25’ê adara 2021’an de li ser telefonê pê re hevdîtin kir. Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re heta niha 203 serlêdanên parêzeran û 71 serlêdanên malbat û wasiyê wî bêbersiv hatine hiştin.

Hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan, di 20’ê cotmehê de ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bikin serî li Wezareta Edaletê dan. Lê belê wezaretê heta niha jî tu bersiv nedayîne serlêdanê.

Hevseroka giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, têkildarî serlêdana ji bo hevdîtina li Îmraliyê bi JINNEWS’ê re axivî. Buldan, da zanîn ku heta niha tu bersivên erênî yan jî neyînî nehatine dayîn û wiha got: “Ev yek jî mîna polîtîkaya tecrîdê ya hikûmeta AKP’ê ye ku bi salane didomîne. Mijûl dike, paşguh dike û bersivê nadin serlêdanên me. Ev yek nîşan dide ku tecrîdeke pir girankirî heye û dê hêj jî girantir bibe.”

2 sal in mafê hevdîtinê tê binpêkirin

Di berdewamiya axaftina xwe de Bûldan, destnîşan kir ku heke bersiveke erênî bigirin dê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtineke girîng bê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tenê şande nayên astengkirin, di heman demê de hevdîtinên parêzer û malbatan jî tên astengkirin. Divê ev hevdîtin bên kirin lê ev nêzî 2 sal e ev maf tê binpêkirin. Ev yek, şerma Tirkiyeyê ye. Her wiha nîşan dide bê ka bêhiqûqiya li Tirkiyeyê çiqas zêde bûye.”

‘Tecrîd pirsgirêkeke mafên mirovan e’

Di dawiya axaftina xwe de Bûldan, diyar kir ku heke bersiveke neyînî were dayîn dê bi navên kesên cuda serlêdanê bikin û ev tişt got: “Divê tecrîd di zûtirîn demê de bi dawî bibe. Tecrîd, pirsgirêkeke mafên mirovan e. Bi tu awayî nayê qebûlkirin ku desthilatdarî bi vî awayî mafan bin pê bike û nehêle li Girtîgeha Îmraliyê tu hevdîtin pêk werin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê