2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Starta 25’ê Mijdarê hat dayîn

Tevgera Jinên Azad (TJA), starta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan ji gundê Nagîhan Akarsel dan.

Tevgera Jinen Azad (TJA) dê çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan bi dirûşma “Li dijî faşîzm û qirkirina li ser jinan niha dema azadiyê ye” li dar bixe. Di vê çarçoveyê de jin çûn ser gora endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel ku li Silêmaniya başûrê Kurdistanê hatibû qetilkirin li gundê Xelîkan (Gulyazi) ê Cîhanbeylî ya Konyayê merasîma bîranînê li dar xist. Aktivîstên TJA’yê, berdevka Meclisa Jinê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlamenterên HDP’ê Fatma Kurtulan, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Şevîn Coşkun, endamên PM’a HDP’ê, jinên ji atolyeya Jinolojiyê, Rêxistinên HDP’ê yên Enqereyê û hevalên Akarsel jî di merasîma bîranînê de amade bûn. Polîsan goristan dorpêç kirin. Jinan di nava dorpêça polîsan de beybûn û qurnefîl danîn ser gora Akarsel.

Bi vê serdana xwe re jinan, starta çalakî û xwepêşandanên 25’ê Mijdarê jî dan destpêkirin.

Aktîvîsta TJA’yê û ji Atolyeyên Jineolojiyê Derya Aslan, di merasîmê de axivî û got, dê têkoşîna Akarsel bidomînin. Piştre jî berdevka Meclisa Jinê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran axivî û got ku Akarsel bi 11 guleyan hat qetilkirin û ev gule li dijî têkoşîna jinên kurd bûn. Başaran, bi domdarî bi lêv kir ku dê dev ji têkoşîna azadiyê ya jinan bernedin.

Çalakvan, piştî merasîma bîranînê çûn serdana dayika Akarsel û ji gund derketin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê