17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Rejîma Îranê tenê di hizra mana xwe de ye’

Rojnameger Keyhan Mihemedînijad diyar kir ku li Îranê heta niha 14,825 xwenîşandar ji aliyê hatine binçavkirin, lê tenê nasnameya 1,941 kesan hatiye aşkera kirin û der barê ew kesên din de agahiyên zelal tunene.

Rejîma Îranê ji 43 salan zêdetire bi şerîatê tê bi rêvebirin. Rejîma Îranê di nav vî 43 salî de gelek kiryarên dijmirovî pêk anî. Li dijî rejîma heyî her çiqas dem dem çalakî hatibin lidarxistin jî ji ber polîtîkayên Îranê yên ku li dijî gelan taybet dimeşand ev çalakî nedibûn serhildanên giştî.

Di nav rejîma Îranê de tundî û zextên herî zêde li ser jinan dihatin ferzkirin. Jinên ku li Îranê dijîn nikarin di nav civakê de cihê xwe bigirin û bibin îrade. Heta cil û bergên jinan jî ji aliyê vê rejîmê ve tên kontrolkirin.

Di 16’ê îlonê de jina kurd Jîna Emînî ji ber ku li gor pîvanên Rejîma Îranê porê xwe nenixaftibû ji aliyê ‘polîsên exlaqê’ ve bi îşkenceyê hat kuştin. Piştî kuştina Jîna Emînî çalakiyên ku li rojhilatê Kurdistanê destpêkirin li hemû Îranê belav bûn û bi hevgirtina neteweya bûn serhildan.

Bi dîmen û nûçeyên ku tên parvekirin de hem îşkenceya ku Rejîma Îranê li ser çalakvanan dike hem jî îrade û hêza çalakvanan tê dîtin. Em li ser rewşa dawî ya Rojhilat û Îranê bi rojnameger Keyhan Mihemedînijad re axivîn.

Rewşa serhildana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê, niha çawa ye û xwenîşandan di çi astê de ye?

Belê li rojhilatê Kurdistanê û Îranê 8 hefteye ku xwenîşandana xelkê serhildêr berdewam e û her roj heta derengê şevê li piraniya bajaran xwenîşandan hene û xelk li dijî rejîmê sloganan davêje. Di wan midehan de piraniya bajarên Kurdistanê bi roj dikan û bazarên xwe dadixin û grevê digirin û piştî nîvro jî heta derengê şevê di nav qad û kolanan de xwenîşandanê dikin. Hêzên rejîma Komara Îslamî ya Îranê bi çekên şer wan dike bi hedef. Hûn rastiyê bigerin niha hemû tex û qadên civatgehên di serhildanê de beşdarin û ji xwendekaran bigire heta mamosteyên dibistana û yên olî, kedkar, bazarî û ji hemû tex û qadên civatgehê di nav xelkê serhildêr de hene. Yanî hemû rojan, xwendekar di zanîngehan de xwenîşandanê dikin. Heta niha di 138 bajarên û 137 zanîngehên Îran û Kurdistanê de xwenîşandan çêbûne.

Tevî ewqas tundî û îşkenceyên Rejîma Îranê daxwaza xwenîşanderan çî ye?

Di rastiyê de daxwaza xwepêşandaran gelek vekirî ye. Xwenîşandar êdî rejîma melayan naxwazin û ew daxwaza welatek demokratîk dikin û dixwazin hemû neteweyên li Îranê , ji belûç, fars, ereb, tirkmen, kurd û azerî bi hev re hikûmetek fedral-demokratîk ava bikin. Di niha de opozîsiyonên dijberê rejîma Komara Îslamî ya Îranê ji kurdan ve bigire heta neteweyên din hemû bi hev re piştevaniya serhildana seranserî dikin û wê serhildanê rêxistin dikin. Hêviya xelkê jî bi herifîna rejîmê heye û rejîm jî asta berevanîkirina wê li hember xelkê de gelek kêm bûye.

Ji destpêka serhildanê heta niha gelo hejmara kuştî û birîndaran ên li seranserî Îran û Kurdistanê tê zanîn?

Belê heta niha tenê di Kurdistanê de zêdetir ji 58 kesan hatin şehîdkirin û zêdetir ji hezaran kes jî hatine birîndarkirin. Li tevahiya Îranê jî ez wê amarê li gor Navedên Mafên Mirovî yên Îranê dibêjim ku ev jî wiha ye: Li tevahiya Îranê heta niha 328 kes hatine şehîdkirin û di nav wan de 50 zarok hene. Heta niha 14,825 xwenîşandar ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin, lê tenê nasnameya 1,941 kesan hatiye aşkera kirin û der barê ew kesên din de agahiyên zelal tunene.

Hêzên rejîmê li herêmên kurd, beluc û ereban li dijî gel çawa tevdigerin?

Pirsiyarek gelek girîng e. Tu rastiyê bixwazî ji erdê heta esman cudahî heye, çimkî hêzên rejîmê di herêmên neteweyên bindest de xwe ji tu tawanekê naparêzin û bi çekên şer xelkê dikin hedef. Bo mînak di Kurdistanê de rejîm hem mifahê ji hêzên biyanî yên wek Hizbullaha Lubnanê verdigire hem jî ew caşên xwefiroş ku tenê pere bo wan girîng e verdigire û ew jî tu tiştek ji bo wan girîng nîne, tenê dizanîn teqeyê li xelkê bikin. Tu mêze bike roja înê 30’ê îlona 2022’yan, li bajarên Belûçistanê piştî nimêja înê xelkê serhildan kir û li dijî rejîmê slogan avêtin. Hêzên rejîmê bi awayê rasterast xelk dane ber guleyan û di encamê de zêdetir ji 108 kesan hatine kuştin û 350 kes hatin birîndarkirin. Ev amara ku ez dibêjim ya kempeyna çalakvanên belûçan e. Rastî ev yek qirkirina mirovayetiyê ye û jenosî de. Tu ger bêyî mêzeyê amarê bikî tu dibînî ku amara xelkê serhildêr yên neteweyên bindest gelek zêdetir e ji ya neteweya baladest.

Di demên dawî de di hin nûçeyan de hat belavkirin ku Rejîma Îranê der barê 15 hezar kesan de biryara darvekirinê daye. Gelo egera vê yekê heye rejîm xwenîşanderên girtî yên serhildana seranserî li Kurdistan û Îranê bi dar vebike?

Çend roj berî niha meclisa rejîma Îranê bi 227 dengan bidarvekirina xelkê nerazî pejirand û ev yeka berteke gelek zêde li pey xwe hebû. Bo mînak parlemantoya Almanyayê ew biryara rejîmê gelek bi tundî şermezar kir û daye zanîn ku ew ê bi hemû awayekî givaşan bixine ser rejîma Îranê. Parlemantoya welatê Almanyayê piştevaniya xwe ji serhildana li Îranê da xuya. Ne tenê welatê Almaniyayê belkî tev welatên endam di Yekitiya Ewropayê de piştevaniya xelkê xwenîşander yên Îran û Kurdistanê dikin û Yekitiya Ewropayê çendîn dorpêç jî xistine ser rejîma Îranê û berpirsên serkutkar ên vî welatî. Îcar îmkana sed ji sedî heye ku rejîm xelkê serhildêr yên hatinî binçavkirin îdam bike. Heta niha çendîn hunermendên îranî û kurdistanî hatine girtin û yek ji wan “Saman Yasîn” hunermendê repêr yê xelkê bajarê Kirmaşana rojhilatê Kurdistanê ye ku bi îdamê hatiye cezadan. Yan jî hunremendek bi nav û deng ê bi navê “Tomac” yê xelkê Luristanê hatiye girtin û ji qedera wî tu agehiyek nîne. Ev niha di bin metirsiya bidarvekirinê de ne. Bi rastî rejîm tu girîngiyekê nade mirovan û tenê di hizira mana xwe de ye.