5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hunergeha Welat bi klîbek nû derket pêşberî temaşevanan

Hunergeha Welat bi klîbek nû ya bi navê “Serêkaniyê û Avaşîn” bal dikişîne ser bikaranîna çekên kîmyewî.

Hunergeha Welat bi stran û klîbek nû li pêşberî guhdar û temaşevanên xwe ye. Hunergehê bi klîba strana “Serêkaniyê û Avaşîn” ku amade kir bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî deverên Zap, Avaşîn û Metîna yên başûrê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê.

Di klîba hatiye amadekirin de dîmenên ku kîmyasal çawa bandorê li ser jiyana mirov û xwezayê dike, cih digirin. Rûpoş ango maskeyên li dijî gaza kîmyasalê li serê karekterên klîbê ne. Her wiha di nakaratên klîbê de bal kişandine ser hevkarî û bazara kîmyasalê ya di navbera Tirkiyeyê û Almanyayê de.

‘Cîhan  kor û kerr e’

Stran bi hevokên pir sade û melodiyek xweş hatiye hûnandin. Di dawiya klîbê de wiha hatiye gotin: “Dewleta tirk çekên kîmyewî li hemberî çiya û bajarên Kurdistanê, li hemberî şervan û gelê Kurdistanê, bikar tîne. Hemû cîhan jî xwe kor kerr kiriye…”

Gotinên stranê wiha ne: 

“Serêkaniyê û Avaşîn

Çeng û bask û niklê ko

Çep û rast, pîçê Tirko

Tirko wa çû Berlînê

Da jehrê bi xwe re bînê

Da jehrê bi xwe re bînê

Bavê beriya Mêrdînê

Mêrdînê bi deşt û çiya

Tirkê li pişta Gêsiya

Gaz avêtin nav giya

Li Serêkaniyê û  Avaşîn

Jehra ji Berlînê anîn

Avêtin ser canmerdan

Werxelê bi zare

Doqmaqê serê contirkan

Nifşekî hare

Hedara neyaran tune

De bes bike qitqitko

Nema lîs û mottiko

Ka dûvikê tev nedo

Bela zariya li xwe nedo

Pêşilka sisto visto

Ji me kewê bi qebqebo

Li we dîsa gavrevo

Me’naşa deq û ‘in e

Tirko yê jêr û bin e

Wek sergoyê repin e

Em Kurd in, taca cîhanê

Serî nadin bêjiyo

Ew sêwlekê li Enqerê

Hatî bazara berê

Bi hêsirê çavê can-Kurda

Bi guliyên van keç-merda

Sonda zeriya por kezî

Tê li nav xwînê bigevizî

Werxelê bi zare

Doqmaqê serê contirka

Nifşekî hare

Hedara neyaran tune”