8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komcivîna Stargeh û Şêwirmendiya Jinan dest pê kir

25'emîn Komcivîna Stargeh û Şêwirmendiya Jinan/Navendên Hevgirtinê di mazûvaniya navçeya Sûra Amedê de bi dirûşma “Jin jiyan azadî” dest pê kir.

Bi mazûvaniya Amedê 25’emîn Komcivîna Stargehên Jinan/Navendên Şêwirmendiyê li hotêlek Sûrê dest pê kir. Komcivîn dê heta 14’ê mijdarê berdewam bike. Komcivîna ku bi hevkariya Komeleya Jinan a Rosayê û Weqfa Mor Çatiyê tê lidarxistin,  li gel akademîsyen, rêxistinên jinan û aktîvîsên ku cih digirin bi giştî 300 jin tev li bûne. Di komcivînê de li ser mijarên wek malbat, tundiya zayendî, sûcên li dijî zarokan, polîtîkayên şerê taybet, gihîştina edaletê ya jin û zarokan û gelek mijarên din dê nîqaş bên kirin.

Axaftina destpêkê ya komcivînê ji aliyê seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya ve hat kirin. Kaya di destpêkê de li ser navê jinên kurd hemû jinên tev li komcivînê bûne silav kir û got: “Em hêvî dikin ku ev 25’emîn komcivîn têkoşîna me berfirehtir bike. Em careke din dibêjin ‘jin, jiyan, azadî.’ Bi taybetî li Îranê serhildana jinan ku dest pê kiriye silav dikim. Ez beriya dest bi axaftinê bikin Jîna Emînî û Nagîhan Akarsel bi bîr tînim.

‘Têkoşîna jinan bi serhildanek mezin didome’

Kaya destnîşan kir ku li cihanê û welat polîtîkayên tundiyê gelek zêde bûne û wiha domand: “Bi fesihkirina Peymana Stenbolê re êrîşên xwe zêde kirin. Lê li gel van hemû êrîşan rêxistinên jinan, komele û jinên fêmînîst têkoşînek mezin didin. Li aliyekî têkoşînek tê dayîn li aliyê din jî zextên darazê  polîsan jî berdewam dikin.  25’emîn Komcivîn ji bo me bû komcivînek bi tecrûbe. Bi salan e ji bo komcivînê jinên ku ked dane silav dikim.”

Dê li ser polîtîkayên şerê taybet nîqaş bikin

Kaya anî ziman ku gelek cureyên tundiyê hene û ji ber vê yekê têkoşîna jinan jî guheriye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di vê çarçoveyê de em ê têkoşîna xwe bikin yek û çawa têkoşînek hevpar pêş bixin biaxivin.  Îro li vê derê jinên ciwan hene. Ji bo wan jî ji bo me jî ev komcivîn gelek qedir qîmete. Em ê îsal li ser polîtîkayên cuda yên dewletê biaxivin. Em ê li ser ku ev polîtîka çawa bandorê jinan dikin, desthilatdariya di nava malbatan û polîtîkayên tundiyê yên dewletê nîqaşa bikin. Ev mijar ji bo me gelek girîng  in. Têkoşîna jinan bi serhildanek mezin berdewam dike. Em hêvî dikin ku mekanîzmayên azadiya civakî zêde bibin û em ji we hemûyan re spas dikin.”

Piştî axaftina Kaya jinan dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kir.

Komcivîn ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.