6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xanten

Ji doh êvarî de pariyek nan bi devê min nebûye; lê her ku tê bîra min jî divê li xwaringehekê rûnim û bixwim, madê min li hev dikeve û dilê min ji her tiştî sar dibe. Heke gelek kes li dora maseyekê bin, dîsa jî hinekî ra lê dibe, yek dikare tê de bibihure hema bi kêmanî ji bo xatirê wê xweşiya bi deyn û lezok a ku vî hestê sêwîtiyê di xwarina aşkera de dinixumîne û tarî dike; lê yek bi tena serê xwe li cihekî vekirî rûnê û bixwe. Bi rastî ez dihisim eynî wek ku yek destava mezin aşkera û zindî dike. Heke yek dixwaze di dema destavê de xwe veşêre û bi tena xwe bimîne, çima di dema xwarinê de jî xwe venaşêre?

Yek ji gend û pîsiyê nas nake ku te çi xwariye û bi ser de jî tu çi bixwî, ev mîrat tenê ji ber dimîne. Ev ê ku tu ji bo wî xwe vedişêre û dixwazî bi tenê bimîne û hew qala wî dibe jî madê her kesî li hev dikeve. Ji xeynî koprofîlan û ew kesên ku nokek di nav de dîtine. Dilê min bi mirovên ku li halê xwe xwarinê dixwin, dişewite.

Ez wê şikestina mirov a bira di şiklê xwarina wan de dibînim, ew nefisbiçûkî û kêmbûna resen a di kûrbûna bêbiryar de keviz girtiye.

Carinan li serê min dixe ku ji dêvla xwarinê, xelk hevdû vexwînin ser destavê; fikrek wilo bêhawe ku encex di serê yekî wek Marqûîs de Sade re derbas bûbe. Lê ev modêl bira hebû û îşê kesên bêhawe jî jê tune ye. Berê Romanan li Xantenê hevdû vedixwendin ser latrînan, şevbuhêrkên xwe dikirin û di ber de jî destava xwe.

Heke fedî û tirs adetan li gor haweyên xwe dibezînin hev û gem dikin ma îjar a pisîkan çi jê ye ku pîsiya xwe bin erd dikin. Mirov tiştek bernedane ku zordestî tê de nefiridandine. Nerît û adet jî maskên vê zordestiyê ne û her ku vê peyva zordestiyê jî dibihîzim berî her tiştî gotina Pessoa di serê min de mexel tê: “Hebûna zordestiyê wek hebûna mirinê ye”. Gotinek wilo bêcir û derhed ku di destê xwe re şiklê rebenên Dalîtan tînin ber çavên min û ew bi destên xwe gend û pîsiya malmezinên hindosan berhev dikin.

3 Xanten: Bajarekî almanî ye ku di serdema Romanan de baregeheke leşkerî bû.

3 Marqûîs de Sade: Arîstokrat û romannivîsekî fransî ye û xwediyê romana navdar “sed û bîst roj li sidûmê” ye.

3 Coprophîlîa: Meyl û reftareke cinsî ya derasan e ku weke nexweşiyeke derûnî tê jimartin.

3 Fernando Pessoa: Nivîskarekî portûgalî yê navdar e.

3 Dalît: Komeke hindosan ya pir çewisandî ye ku li gorî sîstema hindosan ya ayînî ji derveyî her çar çînên civakî tên hijmartin û wek xwînheram û sêwlekan li wan dinêrin.