4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qencî

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Ligel ku hemû mirov, ji bo piştgirî û alîkariya hevdû bikin di nava têkilî û danûstandinên bênavber de dijîn û nikarin ji hev dûr bikevin jî. Şer, lêkdan û xirabiyên navbera wan de tu car kêm nebûne. Bêguman, têkiliyên ku tevgerên erênî û neyînî pêk tînin hene.  Mirov di her dem û serdemê de bûne hewcadarên hevdû. Ev hewcedariya çarenîn mirov arasteyî hest û hizrên erênî jî kirine. Ji van hest û hizran yek jê jî qencî ye. Hest û hizrên qenc mirov ber bi biryar û kiryarên qenc ve dike. Kiryarên qenc ji biryara qenciyê bêtir, ji kardariya qenciyê dinime. Ango kardariya qenciyê, qencî bi xwe ye.

Miraz, mexsed û daxwaza hemû mirovan ew e ku di cîhaneke xweş de jiyaneke baş bijîn. Pêdiviyên cîhaneke xweş û jiyaneke baş aştî, azadî û aramî ye. Belê ji bo ku di cîhaneke xweş de jiyaneke baş bijîn jî pêdivî bi kar û kiryarên bikêr û xêrdar heye. Ev kar û kiryar jî dîsa qencî û fedakariyê divên. Mirov çi qas dilxwaz û telebkarên qenciyê bin jî, ger dilê wan ne paqij û hest û hizrên wan ne pak bin, nikarin qenciyê bikin. Kar û kiryarên mirovan ên qenc tu car ji xweber pêk nayên. Beriya her tiştî, şert û derfetên ku mirov ber bi qenciyê ve dikin hene. Heta ku ew merc û derfet pêk neyên, qencî pêk nayê.  Gelek kes li bendê ne ku hinek qenciyê bikin. Kesên ku alîgirê qenciyê bin li benda kesên ku qenciyê bikin nasekinin; ew bi xwe qenciyê dikin. Heta ku qencî di ruhê mirov de negere û mirov xwe li qenciyê girê nede, nikare qenciyê bike.  Jixwe gava ku her kes ji cem xwe qenciyê bike cih ji xirabiyê re namîne.

Tişta ku li ser rûyê erdê her gav pêdiviya hemû mirovan a madî û manewî pê heye, qencî ye.  Bi rastî qencî her gav li benda me ye ku em ji cihekî dest pê bikin. Her mirov dikare ji devera herî nêzîk ber bi devera dûr ve dest bi qenciyê bike û biçe. Her mirov dikare ji bo malbat, heval, hogir, dost û yarenên xwe; ji bo cîran, xizm û  kesên taxa xwe; ji bo komele, rêxistin û bîrdoza xwe,  ji bo gel, civak û welatê xwe; ji bo xweza, cîhan û erdnîgariya xwe  qenciyê bike. Carinan qencî ji me re wekî alîkariyeke biçûk xuya dike, belê bandora wê ya civakî pir mezin e. Divê em ji bîr nekin ku têkiliyên erênî yên mirovahiya cîhanê li ser hîmê qenciyê hatiye avakirin. Pirsên mîna;  “Divê em çima qenciyê bikin?”, “ Divê em ji kê re qenciyê bikin?”, “ Divê em kengê qenciyê bikin?”, “ Divê em çawa qenciyê bikin?” û hwd. bi rastî ev pirsên wisa hem girîngiya qenciyê bi me dide hishisandin û hem jî pêkanîna wê li ser me dide ferzkirin.  Belê divê tu mirov ji bo qenciyê û karên qenc ne li benda kesên din be. Divê ew bi xwe bibe alîgir,dilxwaz û pêşengê qenciyê da ku xirabî têk biçe. Ji bo qenciyê her gav hewldanek taybet hewce nake. Gava em qenciyê bi kesên din dikin, em tiştekî winda nakin. Lêçûna xirabiyê her gav ji bedêla xirabiyê girantir e. Xisara ku ji ber xirabiyê digihîje me ji xisara ku ji ber qenciyê li me dibe mezintir e. Lewre gava ku em qenciyê nekin, xirabî bi ser dikeve. Serketina xirabiyê jî hemû derfetên qenciyê ji holê radike.

Çawa ku xirabî wekî enfeksiyonekê zû belav dibe; qencî jî bi heman awayî wekî jêvegirtinekê zû belav dibe.  Belê kêliya ku qencî ji dilê mirov were, tu şert û mercên neyînî jî nikarin pêşiyê lê bigirin. Gava ku hestên hevxemiyê bi mirov re digihên; ji xwe dipirse dibêje  “heke ez li şûna wî kesî/wê kesê bûma min ê çi bikira?” û xwe dixe dewsa wî/wê. Bi vî awayî mirov ji bilî xwe ji bo kesên din jî difikire; xemgîn dibe û xemên wan parve dike. Hestên erênî mirov ber bi qenciyê ve dikin; belê qencî ne bi hest û hizr û gotina dev; rasterê bi kar, kiryar û kardariyê pêk tê. Mirovên ku ji qenciyê hez dikin bi rastî ji jiyanê  jî hez dikin. Kesên qencîker bi hestên hevxemiyê  tev digerin. Hevxemî parvekirineke erênî ye; hevxemî qencî û fedekarî ye. Mirov çi qas qenciyê dikin, hestên wan ên hezkirinê jî ew qas zêde dibin. Çawa ku kevirê avêtine pêla avê belav dike, qencî jî  pêşî kesê ku qenciyê dike, paşê jî yê/ya ku qencî lê dibe şa û bextiyar dike.

Qencîkirin, reftareke wisa erênî ye ku hem kesê qenciyê dike hem jî kesê qencî lê dibe kêfxweş û aram dike. Kesên ku qenciyê dikin her gav xêrxwaz û dilpak in; belê  kesên ku qencî li wan dibe ji her gav dilşad û bextiyar in. Bêguman ne pêkan e ku em her car qenciyeke mezin bi mirovan bikin. Ji bo wê derfetên me jî nîn in. Belê em dikarin di hemû têkiliyên xwe de li gor rewşa ku em tê de ne qenciyê pêk bînin. Ji bo nimûne; em dikarin bi mirovan re bibişirin, silavê bidin wan. Em dikarin  di nav qelebalixiya jiyanê de bi nermî bi wan re biaxivin. Mixabin, dema ku mirov di bin bêntengiya jiyana rojane de dimînin, parvekirin, dilxweşkirin û bişirînê jî ji bîr dikin.

Divê em tu car ji bîr nekin ku ev dinyaya ku em tê de dijîn tenê ne ji bo me ye; yên ku li dû me dimînin û nifşên ku li pey me tên jî hewcedarên qenciyê ne. Cihê ku qencî lê hebe, dê aştî jî lê hebe, cihê ku aştî lê hebe, dê bedewî jî lê hebe, cihê ku bedewî lê hebe dê bextiyarî û aramî jî lê hebe. Qencî nirxekî wisa girîng û bandordar e ku her kesî bi hev ve girêdide û her gav yekbûn, bihevrebûn û şabûna mirovan xurtir dike. Qencî kiryareke bêgerew e. Qenciya ku bê berjewendî û bêgerew tê kirin, hem zû belav dibe hem jî ji hêla kesên pejnker û hestiyar ve baştir tê dîtin û hisandin. Dibe ku feydeya wê qenciyê negihîje kiryarê qenciyê bi xwe; belê ew qencî teqez dê bigihîje hin mirovan û cihê xwe bibîne.

Bedêla qenciya kesên qencîker, ne dirav, ne zêr û ziber, ne pesinandin û ne jî xelatkirin e. Bihayê qenciyê ew sûd û feydeya bêhinkuf e ku li hemû mirovan dihesile. Qencî ne bi xurtiyê, ne bi dewlemendiyê û ne jî bi dilaweriyê bi dest dikeve. Kana qenciyê, hezkirin, rêzdarî û dilovaniya ji dil û can e. Her mirov dikare li gor temen, qewet, merc û derfetên xwe qenciyê bike. Dibe ku qencî xwe di sohbeta hevalekî de, dibe ku di rehakirina ruhê çivîkekî de, dibe di rizgarkirina mirovekî/e bêmecal de, dibe ku di hawara pêsîrtengiya kesekî/e nenas de bide der. Heke piştî qenciya ku em dikin li hêviya qenciyê bin, ew ne qencî ye; ew deyn e. Qenciya ku wekî deyn tê dîtin, xirabî  ye.

Lênihêrîna kesên qenc ew e ku qencî mirov ber bi fedakariyê ve dike. Ji bo ku mirov bikaribin qenciyê bikin; divê xwe ji hest û hizrên berjewendperestiyê pak bikin da ku qencî  di hiş, raman û hestên wan de bigere û cîhana wan a hundirîn dagir bike. Lewre hizra berjewendperestiyê mirovan ber bi ezîtî û xudbîniyê ve dike. Kesên berjewendpererst û xudbîn, bi jîrayî, hêzdarî û maldariya xwe, xwe di ser mirovên din re digirin û hewcedariya mirovên din jî wekî nîşana qelsî, lawazî û kêmaniyê dibînin.

Bi kurtayî; ji bo hemû mirovan tenê tiştekî qenc heye; ew jî qencî bi xwe ye.