17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Divê mûxalefet li dijî Erdogan bisekine

Dewleta tirk ev demeke ji bo ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên nû bide destpêkirin amadekariyan dike. Serokê Rûsyayê Pûtîn, serokkomarê Îranê Reîsî û serokkomarê tirk Erdogan di 19’ê tîrmehê de li Tahranê civîn li dar xistibûn. Di vê civînê de daxwaza Erdogan a ji bo êrîşa rojavayê Kurdistanê nehatibû erêkirin û di 5’ê tebaxê de ji bo ku bi Pûtîn re hevdîtinê bike berê xwe dabû Soçiyê. Lê di vê hevdîtinê de jî Erdogan tişta ku xwestî bi dest nexistibû.

Di nava wan de 308 siyasetmedar, rojnameger, rewşenbîr û nivîskaran li dijî şerê ku Erdogan dixwaze derbixîne daxuyaniyek weşandibûn û bang li mûxalefeta tirk kiribûn ku li dijî şerê Erdogan derbikevin. Têkildarî van mijaran siyasetmedarê kurd Hasîp Kaplan ji rojnameya me re axivî û nirxandinên girîng kirin.

Siyasetmedarê kurd Hasîp Kaplan, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku Erdogan dixwaze hemû destkeftiyên kurdan bin pê bike û wiha got: “Erdogan ji bo ku hemû destkeftiyên kurdan têk bibe dixwaze ji Rojava heta Başûr şerekî mezin derbixîne. Artêşa tirk ji bo vî şerî amade kiriye. Heta astekê koalîsyona navneteweyî li dijî van operasyonan derdikevin. Îran, Rûsya û rejîma Sûriyeyê jî van operasyonan qebûl nakin. Naxwazin ku dewleta tirk êrîşan bibe ser rojavayê Kurdistanê. Di civîna Tahranê ya ku di navbera Pûtîn, Reîsî û Erdogan de jî hatibû kirin de Erdogan ji bo ku êrîşên xwe bike gelek tawîz dan, lê destûr ji bo vê operasyonê derneket. Piştî ku ji vir dest vala zivirî di 5’ê tebaxê de berê xwe da Soçiyê. Pûtîn jî tiştek nekir di destê Erdogan de û berê wî da rejîmê ango Esad.”

‘Divê CHP li dijî vî şerî raweste’

Kaplan, bal kişand ser bêdengiya mûxalefeta tirk û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Em wekî 308 siyasetmedar, rojnameger, rewşenbîr û nivîskar li dijî şerê ku dewleta tirk li dijî gelê kurd dimeşîne me banga hişyariyê li mûxalefeta tirk kir. Ji daxuyaniyê zêdetir me mûxalefetê hişyar kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku hewceyî heye ku civaka Tirkiyeyê li dijî şerê ku Erdogan derdixe rawestin. Herî zêde jî divê CHP li dijî vî şerî raweste. Erdogan vî şerî ji bo ku di hilbijartinên pêşerojê de careke din serbikeve derdixîne. Mûxalefeta tirk jî divê vê carê li pişt Erdogan nesekinin û bertek nîşan bidin.”

HDP pêşerojê dîzayn dike

Di berdewamiya axaftina xwe de Kaplan bi lêv kir ku siyaseta kurdan ji bo pêşeroja Tirkiyeyê diyarker e û ev tişt got: “Li çar parçeyên Kurdistanê dijminatiya gelê kurd tê kirin. Bi hişmendiya yek dewlet, yek ziman û yek milet vê dijminatiyê dikin. Li bakurê Kurdistanê li dijî partiyên kurdan, siyaset, şaredarî û parlementerên kurdan dijminatiyek mezin tê kirin. Bi salan e bi polîtîkayên qeyûm êrîşî vîna kurdan dikin. Gelê kurd di her qadê de xwedî li vîna xwe derdikeve. Lewre di hilbijartinên pêşiya me de wê HDP ji bo siyaseta Tirkiyeyê diyarker be. Bi tifaqa 3’yemîn ango tifaqa demokrasiyê wê pêşeroj bi pêşengiya HDP’ê bê dîzaynkirin. Ji ber ku Erdogan vê rastiyê dizane dixwaze demildest HDP’ê bide girtin. Heke mûxalefeta tirk piştevantiya HDP’ê nekin dê winda bikin.”

Sed sala kurdan

Kaplan, destnîşan kir ku êdî dem hatiye gelê kurd yekitiya xwe mayînde ava bikin û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Li dijî vî şerê Erdogan êdî dem hatiye ku kurdên li çar parçeyên Kurdistanê û yên li dîasporayê pêwîst e yekitiya xwe ava bikin. Divê siyaset û dîplomasiyek xurt bê avakirin. Bêyekitîbûn bi kurdan dide windakirin. Li Kobanê û Şengalê me dît ku bêyekitîbûn êşên mezin bi me dide jiyîn. Rewşa îro ne bi vî rengî ye. Gelê kurd tevî hemû bêderfetiyan bi vîneke xurt rêxistina DAIŞ’ê têk birin. Tişta ku bi serê DAIŞ’ê de hatî wê bi serê Erdogan jî were. Ji ber wê jî çeka me ya herî mezin jî yekitiya kurdan e. Tê zanîn dema ku li Başûr biryara referandûmê hat dayîn di serî de dewleta tirk û hêzên navneteweyî li dijî vê derketin. Êdî dem hatiye ku gelê kurd yekitiya xwe ava bike. Konjonktura îro û ya sed sal berê ne wekî hev in. Baweriya me heye ku ev sed sal wê bibe sed sala kurdan.”