19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ajansa Mezopotamyayê dîmenên TIR’a 3’yemîn kişand

Şahidên qezaya li Dêrîkê gotibûn TIR’a 3’yemîn jî hebû û bi zorê sekinandibûn. Li ser vê gotina şahidan Walitiya Mêrdînê û Sûleyman Soylû jî gotibûn TIR’a 3’yemîn ‘tune ye.’ Ajansa Mezopotamyayê dîmenên TIR’a 3’yemîn ku tekerên wê teqiyane kişand.

Di 20’ê tebaxê de li navçeya Dêrika Mêrdinê TIR’a ku ji Kargeha Etî Bakir a Cengîz Holdîngê bar dianî kete nav welatiyan, di encama qezayê de 21 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Piştî bûyerê, welatiyên ku şahidiya bûyerê kiribûn gotin, TIR’a 3’yemîn jî hebû û ew bi zorê dane sekinandin.

Wezirê Karên Hundir Suleyman Soylû ku ji ber bûyerê çûbû Dêrikê gotinên şahidan derewandibû û îdia kiribû ku TIR’a 3’yemîn ‘tune ye’. Soylû wiha gotibû: “Tu rastiya TIR’a 3’yemîn nîne û gotinên ku dibêjin ew TIR bi zorê û guleyan dane sekinandin derewe.” Walitiya Mêrdînê jî heta niha bêdeng bû, daxuyanî da û mijara daxuyaniyê jî tenê li ser TIR’a 3’yemîn bû. Walitiyê jî got TIR’a 3’yemîn tune ye.

Ajansa Mezopotamyayê (MA) li ser gotinên şahidan kete pey TIR’ê û dîmenên TIR’a 3’yemîn kişand. TIR’a 3’yemîn ku di ser rêya têketina navçeyê de sekinî bû û barê wê gûbre bû. Bi rêçên asfaltê jî aşkera bû ku ew TIR bi zorê sekiniye û tekerekî wê jî teqiyaye.