10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Dîlokê qezaya trafîkê rû da

Îro di saetên nîvro de li ser rêya Dîlok-Nîzîpê otobusek, wesayîta agirkujiyê, ambûlans û wesayîtek weşana zindî li hev ketin û qezaya trafîkê rû da. Li gorî agahiyên destpêkê hat zanîn ku 15 kesan jiyana xwe ji dest daye. Di nava van 15 kesên ku jiyana xwe ji dest dane 3 kes jê personelên agirkujiyê ne, 2 kes jê personelên tenduristiyê ne û 2 kes jê jî rojnameger in.
Hat zanîn ku rojnamegerên jiyana xwe ji dest dane xebatkarên Ajansa Nûçeyan a Îhlasê (ÎHA) Muhammed Abdulkadir Esen û Ûmût Yakûp Tanriover in. Her wiha hat ragihandin ku di qezayê de 10 kes jî birîndar bûne û rakirine nexweşxaneyên li bajêr.