27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Talîban mafê tenduristiya jinan binpêkir

Sala borî Talîbanê dest danî ser rêveberiya Afganistanê. Ji wê rojê vir ve jin tên îşkencekirin, ji mafê xwe bêpar tên hêştin. Talîbana ku hewl dide derveyê malê ji jinan re qedexe bike vê carê jî ji ber ku jinan nîqap li xwe nekiriye wan  ji ber deriyê nexweşxaneyê vegerand û mafê wanê tenduristiyê binpêkir.

Jinên ku li Feyzabad a girêdayî eyaleta Bedaxşan a Afganistanê bê nîqab hatin nexweşxaneyê ji aliyê Talîbanê ve hatin astengkirin. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku jin li gorî qanûnên Îslamê cil li xwe dikin û tevî ku rûpoş li ber rûyê wan heye jî hatine astengkirin. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku di nava kesên hatine vergerandin de zarokên keç û doktorên jin jî hene.

Zaroka nexweş vegerandin

Jina bi navê Nûriya ku zaroka wê ji ber nexweşiya tuberkuloz a giran rakiribûn nexweşxaneyê jî, tenê yek ji gelek jinên ku ji deriyê nexweşxaneyê hatine vegerandin e. Xwendekara pîrikî ya bi navê Nacî jî, tevî ku di beşa zayînê ya nexweşxaneyê de mêr tuneye jî, bû yek ji navên ku ji aliyê Talîbanê ve ketina nexweşxaneyê wê hat qedexekirin. Tevî vegot li nexweşxaneyê dixebite jî, gef lê xwarin ku dê wê ji beşa ku dixwînê bavêjin.