10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Şirnexê jineke bi îşkenceyê hat kuştin

Li navçeya Qileban a Şirnexê Fîrdevs Babat a  ku du rojan wenda ma di encama lêgerîna hat kirin de di çemê Hêzil de cenazeyê wê hat dîtin. Der barê bûyerê de Sadî Babat, Ramazan Babat û Ahmet Babat wekî gûmanbar hatibûn binçavkirin. Sadî û Ramazan Babat piştî îfadeyên xwe serbest hatin berdan û Ahmet Babat di îfadeya xwe ya dozgeriyê de piştî îtîrafkirina sûcê xwe hat girtin.

Piştî lêkolîna li cihê bûyerê, cenazeyê Fîrdevs Babat  ji bo bê otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qilebanê û ji wê jî şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Di enacama rapora otopsiya ku hat kirin de derket holê ku Firdevs bi îşkenceyê hatiye qetîlkirin. Li ser laşê Firdevs Babat şopên derpkirinê, kêr û guleyên çekê hat dîtin. Li aliyê din li ser stuyê Firdevsê jî şopên werîs hatin dîtin.  Her wiha derket holê ku tîpa A bi kêrê li pişta Fîrdevs hatiye xêzkirin û bi îşkenceyê hatiye qetilkirin.

 Baroya Şirnexê: Em ê şopdarên bûyerê bin

Derbarê bûyerê de Baroya Şirnexê jî daxuyanî da. Baroyê diyar kir ku kesê îşkence li Fîrdevsê kiriye sûcê xwe înkar kiriye. Navenda Jinan a Baroya Şirnexê jî diyar kir ku ew ê şopdarên bûyerê bin.

Herwiha hat îdakirin ku kesê bi navê Ramazan Babat  tecawizî zarokekê kiriye û ji bo ku ser sûcê xwe bigire 200 hezar TL daye.