27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinan piştgirî da çalakiya Emîne Şenyaşar

Çalakiya “Nobeda Edaletê” ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ji bo 3 ferdên malbata xwe yên ku di êrîşa parêzvan û xizmên parlametnerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hatibûn kuştin, berdewam dike. Malbat ji bo edalet pêk were ji 9’ê adara 2021’ê ve li ber Edliyeya Rihayê Nobedê digire. Nobed ket roja 528’emîn. Emîne û Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê û li cihê xwe yê her roj dest bi nobedê kirin. Îro endamên Komeleya Piştevaniya Jinan a Mala Jinan piştgirî dan çalakiya malbatê.

Endama Komeleyê Serpîl Geyîk têkildarî daxwaza edaletê ya malbatê de axivî û wiha got: “Me jî xwest em piştevaniya nobeda edaletê ya Malbata Şenyaşar bikin. Ji bo em jî bibin dengê qêrîna edaleta malbatê, li vir in. Meh û sal derbas bûn, lê hê jî tiştek neguheriye. Lê em di wê baweriyê de dê rojek edalet were. Em wek jinên hatine piştevaniyê dibêjin êşa dayika Emîne êşa me ye. Emîne Şenyaşar li cihek feodal wek Rihayê li ber deriyê edliyeyê disekine. Em wek jinan her dem li ba ‘dayika edalet’ in. Em ê îro li gel malbatê nobedê bigirin.”