3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêveberiya Xweser: Em ê li dijî êrîşan xwe biparêzin

Cigîra Hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Emîne Osê destnîşan kir ku êrîşên Tirkiyeyê daxwaza şer e û ew ê li dijî êrîşan mafê parastina xwe ya rewa bixin dewrê.

Êrîşên Tirkiyeyê û hêzên ku Tirkiye piştgirî dide wan, ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Di demên dawî de gelek kesên di nav de zarok jî hene ji ber van êrîşan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Cîgira Hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê têkildarî êrîşan ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî.

Emîne Osê di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Êrîşên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilayê Sûriyê tên wateya ku dewleta tirk tevî nerazîbûna navneteweyî li hember êrîşên wê, dîsa jî êrîşên xwe didomîne.”

Emîne Osê wiha domand: “Em wek Rêveberiya Xweser van êrîşan wek ragihandina şer dibînin û divê civata navneteweyî van êrîşan bi awayekî cidî di ber çavan re derbas bike û ji bo rawestandina wan xwedî helwest be. Hemû dewletên ku di kirîza Sûriyê de bi rola xwe radibin, berpirsên van êrîşan in.”

Emîne Osê wiha pê de çû: “Divê ew li dijî êrîşa roja sêşemê 17’ê Tebaxê ya ku di encama wê de gelek kes şehîd û birîndar bûn, helwesteke cidî nîşan bidin. Ev êrîş li dijî ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û serdestiya Sûriyê ye.”

‘Divê hikûmeta Şamê cidî kar bike’

Emîne Osê wiha domand: “Dewleta tirk a dagirker baregehên hêzên rêjîma Sûriyê jî topbaran kirin. Divê hikumeta Şamê bi awayekî cidî li hember van êrîşan tev bigere. Her wiha em bang li hemû şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku dev ji xaka xwe bernedin.”

‘Me bi hemû dewletên xwedî bandor re têkilî danîn’

Emîne Osê diyar kir ku ji dema dewleta Tirk li ser dezgehên çapemeniyê bi awayekî eşkere ragihand ku dê êrîşî herêmê bike, Rêveberiya Xweser xwe gihand hemû aliyên têkildarî aloziya Sûriyê û wan jî, helwesteke redker li dijî van gefan nîşan da.

Emîne Osê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewleta Tirk hewl da bi rêya hevdîtinên bi hêzên herêmî re erêkirinê bi dest bixe da ku armanca xwe pêk bîne, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike. Lê ev yek bi dest nexist, ji ber wê rêbazeke ji dagirkirinê xetertir bi kar anî ew ji bombebarankirina herêmê bi rêya balafirên bêmirov ên biçek. Rojane sûcên şer li dijî şêniyên herêmê pêk tîne. Dewleta Tirk dixwaze projeya Rêveberiya Xweser têk bibe û dev ji timayên xwe yên firehkirinê li herêmê bernedaye.”

Emîne Osê bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li herêmên xwe bimînin û di dema topbaranê de berê xwe bidin stargehên ku Rêveberiya Xweser amade kirine.

Emîne Osê ev yek destnîşan kir: “Rêveberiya Xweser dê li hember van binpêkirinan bêdeng nemîne, ew ê hemû binpêkirin û sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmên me belge bike.”

Dewleta tirk me mecbûrî bersivdayînê dike

Emîne Osê diyar kir ku dewleta tirk a dagirker bi van êrîşan wan neçar dike ku di çarçoveya parastina rewa de bersivê bidin û got: “Em jî vê yekê naxwazin, lê eger dewleta tirk ragihandina şer û hedefgirtina herêmên me bidomîne, wê demê hêzên me yên leşkerî dê erkê xwe yê rewa pêk bînin.”

Emîne Osê di dawiya axaftina xwe de got: “Tevî hemû bangewaziyên berê lê civata navneteweyî  û cîhan erkên xwe nayne cih. Ji ber wê em dîsa bang li wan dikin ku xwedî li erkê xwe yê li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyê derkevin û encamên van êrîşan, di ber çavan re derbas bikin.”