3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pêşniyarên ji bo bidawîanîna li krîza Iraqê

Îro serokên pêkhateyên siyasî ên Iraqê li Qesra hikûmetê li hev civiyan. Ev civîn li ser banga serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî pêk hatibû lê aliyê Sedir dabû xuyakirin ku ew tev li vê civînê nabe.

Encamnameya ku ji vê civînê derketin ew bû ku hemû aliyên siyasî ên Iraqê şerên xwe yên bi rêya çapemenî û siyasetên dijberiya hev rawestînin. Piştî civîna rêveberên aliyên siyasî ên Iraqê daxuyaniyek hate dayîn û tê de li ser hin xalên ji bo dawîanîna li krîza siyasî hatiye rawestandin.

Xalên ku aliyên siyasî li ser wan li hev kirine ev in:

  • Hemû aliyan li ser wê yekê teqez kir ku divê bi rêya diyalogê çareserî ji hemû pisgirêkên Iraqê re bê dîtin. Her wiha divê her kes berjewendiyên niştimanî yên Iraqê di ser berjewendiyên xwe yên şexsî û partîtî re bigire û ji bo yekitî, aramî û ewlehiya gelê Iraqê hemû alî bi rengekî hevgirtî tevbîgerin.
  • Dema ku krîzên siyasî digihên riyeke girtî, serîlêdana li hilbijartinên pêşwext di civakên demokratîk de normal û ji rêzê ye.
  • Rêveberên di civînê de bang li birayên xwe yên aliyê Sedir dikin ku ew jî tev li diyaloga niştimanî bibe da ku rê û rêbazên li gorî xizmeta gelê Iraqê û armanca wî pêk bînin.
  • Divê diyaloga niştimanî berdewam bike da ku nexşeyeke qanûnî û destûrî ji krîza Iraqê were destnîşankirin.
  • Aliyan bang kirin ku hemû rengên çalakiyên ku nakokiyan zêde dikin, êrîşkirina hevc bi rêya çapemenî û medyayê rawestînin û aştiya navxweyî li ber çavan bigirin.