13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

7 leşkeran jiyana xwe ji dest dan

Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin daxuyaniyeke nivîskî weşand. HSD’ê ragihand ku li ser sînorên Riha, Dîlok û Mêrdînê li dijî artêşa tirk a êrîş dike, 3 çalakiyên cuda li dar xistine.
HSD’ê diyar kir ku li ser sînorên bakurê Kurdistanê nuqteyên artêşa tirk hatine hedef girtin û got: “Di çalakiya yekemîn de li dijî noqteya Qereqola Çîçekalan a li navçeya Bêrecûka Rihayê hedef hatiye girtin û di nava wan de serpelek û endamekî îstîxbaratê 6 leşkeran jiyana xwe ji dest daye. Di çalakiya duyemîn de, qereqola Koprubati ya girêdayî navçeya Karkamiş ya bajarê Dîlokê hatiye hedefgirtin û di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên artêşa tirk nehatin zelalkirin. Di çalakiya sêyemîn jî li sînorê bajarê Mêrdînê hatiye lidarxistin. Di çalakiyê de wesayîteke zirxî ya bi cureya kîrpî hatiye hedefgirtin û di encama vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.”