7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Deriyê mala xwedê girtin

Li Stenbolê di 22’ê tîrmehê de deriye Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Alimên Oldar (DİAYDER) hatibû mohrkirin. Vê carê jî Mizgefta Hz. Omer ku alim û welatiyên kurd bi pêşengiya meleyen DÎAYDER’ê lê nimêj dikirin, hat mohrkirin. Mizgeft li taxa Guvercîntepeya navçeya Başakşehîra Stenbolê bû. Duh kêliya ku dê endamên DÎAYDER’ê û welatiyan lê nimêja înê bikiran ji aliyê Qeymeqamiya Başakşehîrê ve bi hinceta “xebata bêdestûr tê kirin” deriyê mizgeftê hat mohrkirin.
Deriyê mizgeftê hatiye mohrkirin
Endamê DÎAYDER’ê mele Îbrahîm Yalin diyar kir ku mohrkirina mizgeftê nayê qebûlkirin û got: “Komele û mizgefta Hz. Omer di encama biryarên siyasî de hatiye girtin. Deriyê mizgeftê ji aliyê polîsan ve li ser biryara qeymeqamiyê hat mohrkirin û polîs li xwediyê milkê mizgeftê geriyane û ketine pey agahiyên ku mizgeft çawa daye meleyên DÎAYDER’ê.”
Operasyonên dijî wan siyasî ne
Yalin, destnîşan kir ku ew ji bo ku nimêja înê bikin destûr ji polîsan xwestine û got:” Dema em hatin li vir me zanî ku destûra nimêjkirina me nehatiye dayîn û kêliya dê xûtbe bihata kirin polîsan derî mohr kir. Li ser vê rewşê me nimêja înê nekir û em li derve man. Hemû mesrefên li mizgeftê jî dihatin kirin ji cemaeta ku li vir nimêj dikir dihat temînkirin. Ev demeke dirêje li ser me zext hene û sala din jî mizgefta me di bin çavdêriya polîsan de bû. Bi kamerayan kî ketiye mizgeftê û kî derketiye dîmenên wan digirtin. Niha jî deriyê mala xwedê hatiye mohrkirin. Me ji bilî îbadetê tiştek din li mizgeftê nekiriye û ev operasyon li me hatiye kirin siyasî ye.”
Çi bibû?
DÎAYDER a ku li Stenbolê xebatên xwe dikirin li ser biryara Dadgeha Bakirkoyê di 22’ê tîrmehê de avahiya komeleyê ya li semta Şîrînevlerê ji aliyê polîsan ve hatibû girtin û deriyê wê hatibû mohrkirin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê