2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tirs her mêvanê wan e

Merheba…

Hêvî û bawer dikim rewşa we tevan baş be. Beriya vê nameyê min hin nameyên din şandin lê wiha xuya dike ku ew nameya min di têlên dirî de aliqîn. Nekaribû tora moxolî derbas bike. Hin peyv hene rastiyê tînin ziman ji ber ku rastî gelek caran tahl e, ew peyvên rastiyê tînin ziman dikevin torê. Lê dîsa tor û moxil çiqas hûr be jî rastî di tariyê de namîne. Çawa ku li ser rûyê vê cîhanê û di gerdûnê de tu tişt tune nabe, rastî jî tune nabe.

Her çend xwestin bi kuştina rojnamegeran ser rastiyan veşêrin jî, îro rastiyên wê demê yek bi yek ronî dibin. Îro jî dixwazin bi girtinê rê li pêş ronîkirina rastiyan bigirin. Dixwazin şopdarên heqîqêtê ji armancê dûr bixin. Lê armanc ne wekî çemekî ye. Tenê di rûbarekî re naherike. Armanc wekî gêlên (frekansê) radyoya SW (pêlên kurt) li her derê ye. Şopdar li ku be armanc li wir e.

Çi li derve, çi li girtîgehê; tu tişt nikare rê li pêş bigire. Tora wan jî û diwarên wan jî, têlên dirî û deriyên heft qifil jî nikare rê li pêş tîrêjên rastiyê bigire.

Belê gelî hêjayan, bi rastî hin tişt mijarên qerfê ne. Dûrî hiş û aqilan in. Ji ber ku yên jor li yên jêr ferz dikin, ew jî li ser kesên di qefesan de ferz dikin. Bifikire tu di nava çar perdeyên betonî de yî. Deriyê hesinî wekî yên kelehê bi 2 mifteyan li ser te hatine kilîtkirin. Lê li gel vê yekê tu dîsa bênavber, sal dozdeh meh, hefteyê bist û çar saetan yanî hemû emrê ku tu li menzelê derbas dikî; bênavber çavdêriya te tê kirin.

Çavek wan li cihê rûniştinê bi şev û roj li te temaşe dike. Çavê din li hewşê te dişopîne. Mirov dikare li ser vê yekê gelek dahûrîneriyê bike. Bi kurtasî ev yek rastiya kesên li hemberî heqîqetê çiqasî asê mane nîşan dide.

Dîrok jî nîşan dide kesên azad herdem û li her derê azad in. Kesên din jî herdem û li her derê bi tirsê re dijîn… Tirs her daîm mêvanê wan e. Ew û tirs bi hev re dijîn. Gelek tişt hene mirov binivîse lê ku derfet hebe…

Berpirsê Karê Nivîsan ê rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş 

Girtîgeha Amedê ya tîpa 1 a Ewlehiya Bilind 20-08- 2022