17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Koalisyona li dijî DAIŞ’ê:  SÎHA li Hesekê zarok kuştin

Fermandarê Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê  John Brennan bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê da û diyar kir ku SÎHA’yan li Hesekê komek keçên ciwan ên voleybolê dilîstin hedef  girtiye.

General John Brennan bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da. Brennan têkildarî êrîşa 18’ê tebaxê ya li Hesekê bi balafira bêmirov a bi çek (SÎHA) daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya xwe de Brennan wiha gotiye:  “Êvara 18’ê Tebaxê, sîstema firokeyên bêfirokevan ên çekdar komek keçên ciwan ên ku voleybolê dilîstin kir hedefa êrîşên xwe. Ew zarok di çarçoveya bernameyekê de bi awayekî çalak ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve li Hesekê tê piştgirîkirin û perwerdekirin.  Ez vê êrîşê şermezar dikim. Em ji malbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazin.”

Brennan di berdewamiya axaftina xwe de wiha pê de çû û got: “Zêdebûna şer û pevçûnên leşkerî li vê herêma ku metirsiya DAIŞê lê berdewam e,li bakurê Sûriyê tevliheviyê çêdike ”

Brennan wiha dewam kir: “Em bang li hemû aliyan dikin ku demildest rageşiyê kêm bikin û dawî li çalakiyên ku destkeftiyên Koalîsyona li dijî DAIŞ’ê bidest xistiye dixe xeterê, bînin ”

Hêjayî gotinê ye ku ev dibistana behsa wê tê kirin roja înê 18’tebaxê ji alî balafirên bêmirov ên dewleta tirk ve hatiye hedefgirtin û di encama êrîşê de 4 kes şehîd bûbûn û gelek kesên din birîndar bûbûn.