2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HRW: Êrîşa li ser Rojavayê dê zirarê bide sivîlan

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan HRW’ê diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê zirarê bide gelên li herêmê.

HRW têkildarî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da.

HRW’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku divê hemû aliyên şer ên li bakurê Sûriyeyê, zirara ku di dema operasyonên eskerî de digihê sivîlan kêm bikin.

Cîgirê Rêvebirê Rojhilata Navîn ê Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan Adam Coogle got: “Tirkiye û hevalbendên wê berê jî sivîl kuştine û bi awayekî keyfî ew girtine, piştî operasyonên leşkerî yên li Sûriyeyê bûne sedema koçberbûna girseyî.”

Êrişên bi SÎHA’yan ên Tirkiyeyê yên li dijî Rojavayê zêde bûn û di van êrîşan de zarok jî di nav de gelek sivîl û şervanên HSD’ê jiyana xwe ji dest dan.