2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zimanperweriya Şêx Evdirehmanê Axtepeyî (1853-1910)

Di wêjeya klasîk a kurdî de xeta zimanperweriya kurdî bi Ehmedê Xanî (1651-1707) dest pê kiriye (mebesta me rasterast cihdana mijarê di berheman da ye). Xanî, li ser armanca nivîsîna berhema xwe ya navdar, mesnewiya “Mem û Zîn”ê; bi awayeke nefsbiçûk (mitewazî) wiha dinivîse:

“Ne ku Xanî pir jîr û zana ye

Lê wî dîtiye meydan vala ye

Yanî ne ku şareza û peler e

Lê ji ber ku ew milletperwer e

Ger bê insafî be yan rikvanî

Wî ev şêweyê nû li hev anî

Meya pak hêla vexwar ya durdî

Wekî gewheran zimanê kurdî

Rêz kirin li pey hev û ew rêsa

Jan û cefa bo gelê xwe kêşa

Da ku kes nebêje kurd hejar in

Ji zanîn û eslê pak bêpar in

Xwedan kitêb in gel mezin û çûk

Kurmanc bi tenê mane bê pirtûk…”

(Xanî, 2010:142-143)

Du sed sal piştî Ehmedê Xanî yê ku gora wî li Serhedê (Bazîd) ye; li deşta Diyarbekirê, li gundê Axtepeyê, zimanperwerek bi navê Evdirehman tê dunyayê (1853). Bi kurtî meriv dikare jiyana wî wiha pêşkêş bike:

Kurê Hesenê Nûranî el-Xalidî el-Neqşebendî ye. Navê diya wî Şerîfe ye. Wek ku bavê wî li ser kaxiz nivîsiye, ew di 31’ê meha 12’an a sala 1853’yan de hatiye dunyayê. Wî li cem bavê xwe, di 6 saliya xwe de dest bi xwendina Qur’anê kiriye û ji bavê xwe îlmê tesewifê girtiye. Dema bavê wî koça dawî dike, ew 12 saliye. Li medreseya Axtepeyê ji Mela Selîm û Mela Mihemed Emîn jî ders girtiye. Ji bo temamkirina xwendina xwe çûye çend deverên Başûrê Kurdistanê, Iraqê û Sûriyeyê. Piştî wefata bavê xwe vedigere Axtepeyê û xwendina xwe li cem Seydayê Mela Mihemed diqedîne û ji wî îcaze distîne. Piştî girtina îcazê dest bi dersdariyê kiriye. Ji ber ku ew zêde bi edebiyatê re mijûl bûye, birayê wî Mihemed Can bêtir kar û barê terîqetê girtiye ser milê xwe. Şêx Evdirehman 29’ê Adara sala 1910’an li Amedê koça dawî kiriye. Gora wî li gundê Axtepeyê ye.

Berhemên wî bi qasî ku Mehmed Emîn Hêvîdar di pêşkêşa Dîwana wî de nivîsiye 16 (şazdeh) in. (Aqtepî, 2019:28…35) Berhema wî ya herî navdar, mesnewiya bi navê “Rewdî’n-Ne’îm (Baxçeyên Nî’metan) e. Wî ev berhema xwe bi awayê mesnewî, di sala 1884’an de nivîsiye. Ji 4511 (çar hezar û pênc sed û yazdeh) malikan pêk hatiye. Ger em ji hêla malikan ve bi mesnewiya Ehmedê Xanî, “Mem û Zîn”ê re ku 2657 (du hezar û şeş sed û pêncî û heft) malik e, berawird bikin; em dê bibînin ku berhemeke gelek stûr e. Bi giştî 35 beş e û sernavê her beşê heye. Ji aliyê mijarê ve kitêbeke dînî ye ku li ser mî’raca pêxember hatiye nivîsîn. Meriv dikare bibêje ku ev kitêb, di mala piraniya evîndarên edebiyata klasîk a kurdî de heye. Destxeta wê ya orîjînal ji aliyê malbata Şêx Evdirehman ve hatiye parastin. Orîjînala wê bi destxeta Şêx Evdirehman hatiye nivîsîn ku ji hêla dîtin û naverokê ve jî kitêbeke rengîn e. Şêx Evdirehîm, rûpelên kitêbê bi rengên alaya Kurdistanê yanî hinek rûpel kesk, hinek rûpel sor û hinek rûpel jî zer kiriye. Di vê mijarê de Zeynelabidîn Zinar dibêje min di sala 1967-69’an de li cem neviyê wî Evdirehman dîtîbû. (Hêvîdar, 2019:29)

Li gorî beyana gundiyên wî dema ku ew Rewdî’n-Ne’îmê dinivîse hinek gundî jê re dibêjin: “Tu mî’raca Pêxember bi kurdî dinivîsî. Lê ji ber ku bi kurdî ye, wê baş negihêje ber destê însanan. A baş ew e ku tu wê bi ‘erebî binivîsî”. Şêx li ser van gotinên wan wisa cewabê dide wan: “Heke ez bi ‘erebî binivîsim dê di demek kurt de li gelek deran belav bibe û dê bigihîje destê însanan. Ji ber ku ez bi kurdî dinivîsim, dibe ku bi salan di binê erdan de bimîne û însan, ji ber wê bên cezakirin û zehmetê bibînin. Lêbelê ev jî rastiyek e, ger însanek li zimanê xwe nebe xwedî, ew nikare li dînê xwe jî nikare li pêxemberê xwe jî xwedî derkeve. Ez li zimanê xwe dibim xwedî ku bikaribim li Resûlê xwe jî xwedî derkevim.” (ji gotara Rêdûr Dîcleyî ya çapnebûyî hatiye neqilkirin, Hêvîdar, 2019:29)

Di dawiya nivîsa xwe de ez dixwazim çend malikên li ser mijara zimanperweriya Şêx Evdirahman ji wê berhema wî pêşkêş bikim:

“Binêrin li şî’ran, heçê zaniye

Çi terkîbekî serfe kurmancî ye

Ji kurmanciya xwe me anî nîzam

Mu’ella û şîrîn û efsehkelam

Ji kurmanciyê zêde şîrîn, niye

Welakîn xerîdarê çendîn, niye

Eger min bidîta xerîdarî, qet

Rewan dê me bikra bi teşbîhê şet

Kelamê di kurdî, bi nezm û wezin

Me bîna wucûdê kitabê mezin

Ji tenzîmê kurdî, sual û cewab

Me bînane nezmê hezaran kitab

Me kêşa eziyet, evan çendî roz

Ji kurdî kitêbek bi saz û bi soz

Ku da tirk û faris nebêjin tu car:

“Nebûn kurd ê nîşanê ‘işqa xedar”

Wereng şa’irê kurd ê şîrînkelam

Hene şî’rê wan zêde ehsennîzam

Welîkîn, te’essub nemaye li me

Ji vî tirk û faris, cî maye li me?

(…)

Ji van, qesdê min nîn e ‘erzê huner

Welî, da li dunya bimînit eser

Ku tirk û ‘ecem, qet nebên carekê

Nehin kurdê şa’ir, di misra’ekê

Bizanin ku şa’ir ji kurdan hene

Ji ‘uşşaqê tirk û ‘ecem, zêde ne.”

ÇAVKANÎ

Aqtepî,’Ebdurrehman, DÎWAN, Amadekar: Mehmed Emîn Hêvîdar,

Weşanên Dara, Amed 2019

Xanî, Ehmedê, MEM Û ZÎN, Şîrove û

Kurdiya Îro: JAN DOST, Weşanên Avesta, çapa taybet, Stenbol 2010