spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şîret û rexneyên weşanxaneyan

Ev çend sal in ku ez dişopînim hinek nivîskar û bi taybetî xwediyên weşanxaneyên kurdî di gelek axaftinên takekesî, civîn û nivîsên xwe yên di medyaya civakî de sedbare dikin ku siyasetmedar, xwendekar, xwendevan, rewşenbîrên kurdan bi kurdî naxwînin û nanivîsînin, serê xwe naêşînin û ji xwe re nakin kar, bar û armanc.

Di vê mijarê de têrtije aqil didin, şîret, gazin û rexneyên tûj dikin. Ji gelên biyanî yên serdest û bindest mînakên berbiçav û rengîn ên serkeftinê li pey hevdu rêz dikin. Ev daxwaz û helwesta wan heta asteke baş û di cî de ye. Divê Mirov li ziman, wêje û çanda xwe xwedî derkeve û biparêze. Bikeve bin barê fedekarî û renc û heta zerarê jî. Xebat û fedekariyên mezin û giranbiha yên mayînde bike û li pey xwe bihêle. Heta vir ez bi van hevalên nivîskar û weşangerên şîretkar û rexnegir re me. Lêbelê ji vir bi şûn ve ne bi wan re me.

Çima û çawa?

Li gorî nivîs û axaftinên van çendek nivîskar û weşangerên me, ew bi tenê têgehiştine ku ziman ji bo neteweyekê gelek girîng û pêwîst e. Dîsa ew bi tenê li dijî kareseta asîmîlasyonê radiwestin û têdikoşin. Ji bilî wan kes, dem û dezgeh û partiyên kurdan baş tênegehiştine û ne xwedî vîn û helwesteke netewî û rewşenbîrî ne. Loma ew noqî nav deryaya asîmîlasyonê bûne û ber bi xenqandinê ve diçin. Nivîskar û weşangerên me destên xwe dirêjî wan dikin û dixwazin wan ji deryaya asîmîlasyonê rizgar bikin, lê ew destên xwe jî dirêjî wan nakin, noqav û jorav dibin, av di dev û pozên wan re davêje.

Lê di pratîka jiyanê de rastî ne weke ku ew dinivîsin û dipeyivin. Rastî tirş û tahl e. Ne hemû, lê hinek ji wan bi xwe jî di nav deryaya asîmilasyonê de ne, bes haya wan ji wan tune ye. Heta rewşa wan ji wan kes û derdorên ku rexne li wan dikin xerabtir û berbatir e. Ew bi xwe hem di nav çerxa asîmîlasyonê de û hem jî ew bi xwe çerxa asîmîlasyonê digerînin. Zarokên kurdan bi destên xwe davêjin nav çerxa asîmîlasyonê hûr û parçe dikin.

Ka em li wan, li rewş û karê wan binêrin, çima wilo dibe?

Gelek nivîskar û weşangerên kurd ên şîretkar, gazindok û rexnegir, bixwe li dibistanên dewletê mamostetiya tirkî dikin. Danê sibehan diçin dibistanan zarokên kurdan asîmîle dikin û danê êvaran jî tên weşanxane, buro û malên xwe, şîret, gazin û rexneyên tûj û dijwar li kurdan dikin ku çima bi kurdî napeyivin, naxwînin û zarokên xwe naşînin dersên zimanê kurdî.

Ew xwe ji nav çerxa karesata asîmîlasyonê derdixin, xwe dişon, pîr û pak dikin, hemû gemara asîmîlasyonê dikin stûyê yên derî xwe. Divê mirov pêşî derziyê di xwe re bike û paşê jî şûjinê di yên li hember xwe re bike. Nivîskarî û weşangerî ne dîwarê xweparastinê ye. Heke dîwar ji berfê be, germa havînê ya Amedê lê dixe, dîwar dihele û kesên li pişt dîwar li vata dimînin û her kes dibîne ka ew kî ne û çi dikin. Ez dibêjim nefsbiçûkî û kubarî jî ji quretî û pozbilindiyê baştir û xweştir e.

Ez dixwazim bi anekdotekê dawî li nivîsa xwe bînim. Dema li Rojava rejîm rûxiya û kurdan rêveberiyê girt dest û dest bi perwerdeya kurdî kir, hûn dizanin kîjan kes û kom li dijî perwerdeya kurdî derketibûn? Mamosteyên kurd ên ku heta wê demê li dibistanên Sûriyeyê dersên erebî didan zarokên kurdan li dijî perwerdeya kurdî derketin. Wan mamosteyan heta wê rojê ji xwe re digotin “em mamsoteyên kurd in û şoreşger in. Dema Rêveberiya Rojava dest bi perwerdeya kurdî kir; ew mamoste çûn li ber deriyên dibistanan rawestan û gotin, “em nahêlin hûn perwerdeya kurdî bidin.

Me bi salan li dibistanên erebî ders daye û niha em bi kurdî nikarin ders bidin. Heke hûn dest bi perwerdeya kurdî bikin, em bêkar dimînin û êdî dewlet mûçe (maeş) nade me û zarokên me birçî û tazî dimînin. Hûn dibin sedemê rizqê me û zarokên me…” Li bajarê Qamîşlo û çend ciyên din li devê deriyên dibistanan dest bi protestoya perwerdeya bi kurdî kiribûn.

Ez nabêjim ev mamoste û weşangerên me weha wek yên Rojava ne, lê rastiyeke weha pêk hatiye. Jixwe ev nivîsa min ne ji bo hemû nivîskar û weşengeran e. Hin kes di nav wan de hene ku zêde zimanê xwe dirêj dikin, Lê haya wan ji wan tune ku zimanê wan ji kar, helwest û bejna wan dirêjtir e. Ew wekî meleyan dikin ku dibêjin bi ilmê min bikin lê bi emelê min nekin.

Ji derî van çend kes û derdorên han, nivîskar û weşangerên kurd ji bo ziman, wêje û çanda kurdî xizmeteke giranbuha kirine û dikin. Kes, dem û dezgehên weha ji zû ve spasdariyê heq kirine.