10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Deha emelet olmamîş

Fatma Taşli Tunç

Demekê li Licê gundê Herbeqnê, li ber çem bîstan datanî. Em serê biharê meha adarê diçûn û payiza paşîn vedigeriyan Amedê. Her sal bi vî awayî, jiyana me li ser bîstanan derbas dibû.

De tunebûna dunyayê zor e! Li ber tava havînê di binê çadiran de kom û kulfet em dipijiyan.

Rojekê kurê min Baran nexweş ket, Baran hîn yeksalî bû. Ji ber tunebûna xwarinê û vexwarina ava çem û germa dijwar, sebî verşî û bi emel bû, ma wekî hestî û çerm!

Ez sibehekê zû rabûm, berya ku biçim nava erd, min got ez berê firek şîr bidim Baranê xwe û paşê herim avdana bîstan.

Dema min xavik ji ser çavên wî hilda, min nerî ku germahiya laşê wî gelekî zêde ye, min şîr dayê ne mijiya.

Ez li ber dergûşê rûniştim û giriyam!

Bavê Baran li ber deriyê çadirê bêra wî di dest de li hêviya min e û bi dengê bilind bang dike.

– De rabe îja, ma tu di hundur de mir! Weleh qey em îro avdaniyê nakin?

De rabe bergîra denga, bes xwe bi lawik mijûl bike, ê Weleh heta ku tu neyê, nigê min neçû nava erd!

Min bi gewriya tije girî got;

-Vay lawê min dimire ! Serê te bixwe bîstan, ne tu be û ne bîstanê te be! Ez ê lawê xwe bibim nexweşxaneyê!

Hema weke dînan min Baran li pişta xwe şidand û min berê xwe da Licê, wî jî bêra destê xwe danî û da pey min.

Em di çolbeyarê re meşiyan û meşiyan, qurişek pere bi me re tuneye û em tî û birçî ne.

Em bi rê de, rastî xalê Sefer hatin, Seferê mele Xelîl ji gundê cofetnê bû.

Xalê Sefer got; Oxir be ji were xêre vê sibê xuşka Fatê? Hema min xwe negirt û min got.

-Wele lawê min pir nexweşe bêhal e, em ê bibin Licê nexweşxanê.

– Haa xwedê derman bişîne, ê tu lazimiyek heye?

Em man bêdeng, xalê Sefer fam kir ku em bê pere ne û ji bêrîka xwe pênc kaxet derxist û dirêjî me kir, wek roj li me hilê û me got seriyo tu bi qurbana niga bî û me lezand.

Em gîhiştin Licê nexweşxanê êdî êvar bû, textor gomlekê spî ji xwe kiribû û amadekariya derketinê dikir.

Textor tirk bû, ez bawerim ku leşker bû.

Me xwe avêt hundir, em di rewşeke ne baş de bûn.

Dema textor em dîtin gumlekê xwe ê spî li xwe kir û got : (Boyurun, çocuğun nesi var?)

Hema bavê Baran dehfek da min û kurik ji milê min girt û bir li ser masa textor dirêj kir û got;

– wele xeste dir biz de bilmîyor!

Ji bo ku ez devê xwe venekim mêrik awirên tûj dida min.

Min jî serê xwe xiste ber xwe û ez bê deng mam. Textor pirsî.

– İshal mıdır çocuk?

– Yox textor beg Baran dir adî İhsan degil wî.

– İshal ishal?? Yanî amel ?

– Ê wele deha emelet olmamîş textor beg.

Êdî ez mecbûr mam min bi textor da fahmkirin. Şertê jiyana em tê de dijin. Li bin çadiran û tunebûna ava vexwarinê.

Belê xwînerên Ezîz. Xizanî zor e! Nezanî hîn zortir e, lê bêwelatî û bêzimanî ji her tiştî zortir e. Mixabin em di welatê xwe de mihacirin û di welatê xwe de bêziman in.