7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kesên li Dêrîkê jiyana xwe ji dest dabûn tên veşartin

Cenazeyên 20 kesên ku di qezaya duh a li navçeya Dêrîka Mêrdînê jiyana xwe ji dest dabûn îro ji aliyê malbatên wan ve hatin wergirtin. Cenazeyên ku li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mêrdînê, li Nexweşxaneyên Dewletê yên Qoser û Dêrîkê û nexweşxaneyên taybet dihatin ragirtin ji aliyê malbatên wan ve hatin wergirtin û anîn navçeya Dêrîkê. Gel ji bo kesên jiyana xwe ji dest dabûn li navenda bajêr kom bûn, piştî nimêja cenazeyan hate kirin kesên jiyana xwe ji dest dabûn li cihên cuda hatin veşartin.

Cenazeyên 3 kesên ku hêj nasnameyên wan nehatine tespîtkirin wê piştî testa DNA’yê radestî malbatên wan bên kirin. Cenazeyê polîs Yahya Ergîn jî ji aliyê malbata wî ve hate wergirtin û ji bo definkirinê birin bajarê wî.

Şandeya HDP’ê li Mêrdînê ye

Piştî bûyerê Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlementer Meral Daniş Beştaş û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz li navçeyê bi meseleyê re mijûl dibin.

Navên 17 kesan wiha ne

Navên 17 kesên ku di qezayê de jiyana xwe ji dest dan û nasnameyên wan hatin tespîtkirin wiha ne: “Şervan Tanrisever, Mîhrîban Tanrisever, Kemal Dag, Necla Arda, Maşallah Baglayan, Mulkiye Acar, Îsa Ayebe, Hamît Akkoyûn, Înan Berk, Sîttî Abûl, Hatîp Denk, Ahmet Akdag, Mehmet Ekîncî, Bawer Babûr, Îrfan Aktaş, parêzer Baran Açan, polis Yahya Ergun.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê