3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Divê OPCW çekên kîmyayî lêkolîn bike

Parlamenterên PE’yê dîmenên piştî êrîşên dewleta tirk, lêkolînên rojnamegeran ên li başûrê Kurdistanê, lêkolînên Rêxistina Bijîşkên Serbixwe ya Pêşîgirtina li Şerê Nukleerî (IPPNW) û mikurhatina rayedarên dewleta tirk ên li ser bikaranîna gaza çavan dişewitîne, pêşkêşî OPCW kirin

Desthilata AKP-MHP’ê ji bo îktîdara xwe serî li hemû pêkanînên dermirovî dide. Li aliyekî Tirkiye kirine qada şer û li aliyê din jî kirine girtîgeheke ser vekirî. Bi salan e li ser gerîlayên HPG’ê çekên kîmyayî yên qedekirî dibarîne. Bi taybetî jî di 14 Nîsana 2022’yan de bi êrîşên dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê çekên kîmyayî bi kar anî. Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê di bîlançoya 2022’yan de ragihandibû ku li ser çeper û tunelên şer ên hêzên wan 3152 caran bombeyên di asta navneteweyî de qedexekirî (bombeya fosforê, bombeya termobarîk, bombeya taktîk nukleer) û çekên kîmyayî hatine bikaranîn. Ligel vê yekê jî HPG’ê di erdheja ku bandorê li 11 bajaran kir û bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest da agirbest îlan kir. Dawiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku agirbest heta dawiya hilbijartina 14’ê Gulanê dirêj kirine. Dewleta tirk di vê pêvajoya agribestê de jî her roj  bi çekên kîmyayî êrîş kirin.

Heta niha derbarê bikaranîna çekên kîmyayî de ne hêzên navneteweyî û ne jî saziyên pêwendîdar neketina nav liv û tevgerê. Yên ku hewl dan biçin qadên ku çekên kîmyayî lê hatine bikaranîn ji hêla hêzên PDK’ê ve hatin astengkirin. Li ser zêdebûna bertekan parlamentoya Iraqê biryar da ku ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyayî komîsyonekê ava bikin. Lê heta niha der barê vê komîsyonê de gaveke li ber çavan nehatiye avêtin.

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) ku rêxistineke nava dewletan e û navenda wê li bajarê Lahey ê Hollandayê ye, heta niha têkildarî bikaranîna çekên kîmyayî yên dewleta tirk neketiye nava liv û tevgerê. Bêdengiya OPCW ji hêla gelên kurd û dostên wê ve bi çalakiyên cûr be cûr tê şermezarkirin. Di demên dawî de 50 parlamenterên komên cuda yên Parlamenta Ewropayê (PE) li dijî bikaranîna çekên kîmyayî ketin nava liv û tevgerê û ji xwe OPCW xwestin bi lezgînî lêkolînê bike.

Parlamenterên PE’yê dîmenên piştî êrîşên dewleta tirk, lêkolînên rojnamegeran ên li başûrê Kurdistanê, lêkolînên Rêxistina Bijîşkên Serbixwe ya Pêşîgirtina li Şerê Nukleerî (IPPNW) û mikurhatina rayedarên dewleta tirk ên li ser bikaranîna gaza çavan dişewitîne, pêşkêşî OPCW kirin. Parlamenterên PE’yê gotin ku îdîayên li ser bikaranîna çekên kîmyayî û lêkolîn nekirina vê îdiayê rê li ber fikaran vedike.

Parlamenteran daxuyand ku artêşa tirk li xwe mikur hatine ku wan bombeyên kîmyayî bi kar anîne û wiha got: “Artêşa tirk bi xwe qebûl dike ku di şerê dijî PKK’ê de bi taybetî li bakurê Iraqê gazên çavan dişewitîne bi kar tîne, ku ev gaz bi peymanê hatiye qedexekirin. Rojnamegerên ku piştî êrîşên kîmyayî yên bombardûmana tirk bi sivîlên xwecihî re axivîn û îdîa dikirin semptom bi wan re çêbûye, raporên bi fikar weşandin. Dîmenê wiha hene ku leşkerên tirk xortûman dixin nava tunelên ku şervanên PKK’ê tê de bûn. Her wiha dîmen hene ku 2 gerîlayên kurd êşa mirinê dikişînin.”

Parlamenteran daxwaza lêkolînê ya Seroka Yekîtiya Tabîbên Tirk Prof. Şebnem Korûr Fîncanci bi bîr xistin û wiha gotin: “Dîmenên hatine weşandin Fîncanci jî îqna kir ku xwest mijar bi rengekî serbixwe bê lêkolîn, lê belê dema ku ev yek anî ziman hate girtin û vê yekê jî nîşan da ku Tirkiye xwedî hin tirsan e ku pêwîstiyê bi veşartinê dibîne. Her wiha delîlên di asta duyemîn de jî hene yên weke konteynirên kîmyayî û qutiya maskeya gazê. Dema ku ev dane hatin komkirin, IPPNW’ê têr dît ku banga lêpirsîneke serbixwe bike. Wan bi xwe hewl dan ku mîsyoneke lêpirsînê bimeşînin, lê belê dema xwestin biçin herêmê û bi sivîlên bi bandor bûne re hevdîtinê bikin, hatin astengkirin.”

Parlamenteran anî ziman ku divê bi lezgînî lêpirsîneke serbixwe li herêmê pêk were û wiha dawî li nameya xwe anî: “Bêguman em nikarin encama lêpirsîneke bi vî rengî texmîn bikin, lê belê dane nîşan dide ku Tirkiye bi rastî jî çekên kîmyayî bi kar aniye. Em weke nûnerên ewropî yên hilbijartî ji bo xwe weke wezîfeyê dibînin ku vê rewşa metirsîdar destnîşan bikin û ji bo lêkolînkirineke rast a li ser mijarê çi ji destê me bê bikin.”