8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Fransayê sed hezaran kolan dagirtin

Li Fransayê bi boneya 1’ê Gulanê de çalakiyên li dijî reforma teqawidiyê derketin pêş. Bi sed hezaran kes daketin kolanan û li gelek deran şer dest pê kir.

Di 1’ê Gulanê de li seranserê welatê Fransayê zêdetirî 300 cihan çalakî hatibûn plankirin. Sendîkayan diyar kir ku ew ê li dijî reforma teqawidiyê ya ku temenê teqawidbûnê ji 62 salî derdixe 64 salan wê bibe rojeke dîrokî.

Li gorî rojnameya Le Figaro, heta nîvro, herî kêm 278. 000 kes daketine kolanan. Meşên dirêj jî hê dest pê nekiriye.

Polîs li benda 500 hezar heta 650 hezar kesan e. Li gorî sendîkayan wê bi milyonan kes dakevin qadan.

Rayedaran 5 hezar jê li Parîsê 12 hezar polîs û cendirme seferber kirin.

Li Lyonê 15 hezar kes beşdar bûne çalakiyê û  şer dest pê kir.

Li gorî sendîkayan li Marsîlyayê 130 hezar, li Toulonê 20 hezar, li Avignonê ji 20 hezaran zêdetir, li Strasboûrgê jî 20 hezar kes kom bûn.

Tê payîn ku bi sed hezaran kes wê di meşa li Parîsê de kom bibin.

Di heman demê de eleqeya li hemberî sendîkayan jî pir zêde bûye. Sendîkaya herî mezin a karkeran CGT’ê ragihand ku ji meha çile û vir ve 30 hezar kes bûne endam.