3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Divê statuya kurdan bi awayekî fermî were qebûlkirin

Encamnameya Konferansa Lozanê de hat gotin ku parçeyên Kurdistanê yên di nava sînorên Tirkiye û Sûriyeyê de hatine parvekirin bi rengekî fermî bi navê Kurdistanê bêne naskirin û li Tirkiye û Sûriyeyê bi statuya ku bi xwe diyar dike bêne qebûlkirin.

Sed sal berê bi Peymana Lozanê Kurdistan bû çar parçe û gelê Kurdsitanê bi qirkirinên hovan re rû bi rû man. Bi wesîleya salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê bi beşdariya zêdeyî 600 delegeyî yên ji çar parçeyên Kurdistanê li Salona Konferansê ya Beaulieu ya Lozanê bi sernavê “Di 100 saliya Peymana Lozanê de Kurd û Kurdistanî em li Lozanê ne û Peymana Lozanê qebûl nakin, red dikin” konferanseke dîrokî hat lidarxistin. Konferansa ku du roja berdewam kir, li ser qirkirinên heta niha pêk hatine û berxwedana li dijî wê nîqaş hatin meşandin. Piştî nîqaşan encamnameya konferansê hat aşkerakirin.

Beriya aşkerakirina encamnameyê Hevserokên KNK’ê Ahmet Karamûs û Zeynep Mûrad daxuyanî dan. Karamûs  di daxuyanîyê de got ku peymana 100 sal berê li Lozanê hatiye kirin, li dijî vîna gelê kurd hatiye kirin û wiha axivî: “Li ser qedera gelê kurd rewşek gelek xirab derxistiye holê. Hemû partî û nûnerên gelê kurd, akademîsyen, rewşenbîr û hunermend 4 roj in li Lozanê li ser vê peymanê nîqaşan dikin. Di konferansê de nîqaşeke berfireh a hiqûqî û siyasî hate kirin. 100 sal berê qedera gelê kurd berovajî kirin. Em gelê kurd ji bo sererastkirina vê xeletiya dîrokî îro li vir in.”

Kurdistan li ber xwe dide

Hevserok Zeyneb Mûrad jî anî ziman ku di sedsalên Peymana Lozanê de gelê kurd bi êş û qetlîamên mezin re rû bi rû ma û axaftina xwe wiha domand: “Di encama têkoşîna gelê kurd de îro em li vir in û em dengê xwe digihînin cîhanê. Gelê me 100 sal in li 4 parçeyên Kurdistanê li ber xwe dide. Ji bo parastina ax û nasnameya xwe li ber xwe dide. Ji bo demokrasî û aştiyê li ber xwe dide. Îro hemû nûnerên gelê kurd li vir in. Em ji hemû cîhanê re dibêjin, em Lozanê qebûl nakin. Em naxwazin Lozan bidome. Gelê me wê Lozaneke nû qebûl neke. Hemû gelên cîhanê û gelên Rojhilata Navîn dizanin ku em gelê kurd me tu carî Lozan qebûl nekir.”

Komîsyonek bê avakirin

Piştî daxuyaniyê encamnameya konferansê ji raya giştî re hat aşkerakirin. Di encamnameyê de  hat destnîşankirin ku bi beşdariya rêxistin û partiyên kurdistanî, gelek akademîsyen, hiqûqnas, rewşenbîr, nûnerên komên cuda yên etnîkî û olî û jinan li bajarê Lozanê yê Swîsreyê konferans hate lidarxistin û wiha hate gotin: “Di konferansê de li ser encamên vê Peymana Lozanê ya nexêr hate rawestîn ku beriya 100 salî hate îmzekirin û maf û gelê kurd înkar kir. Di konferansê de rewşa herêmî û navneteweyî hate nîqaşkirin, işaret bi erk û berpirsyariyan hate kirin û hate destnîşankirin ku têkoşîna maf a gelê Kurdistanê rewa ye. Di konferansê de bang li wan dewletan hate kirin ku mohra xwe danîn binê peymanê, ku piştgiriyê bidin gelê me û ji bo çareseriya pirsgirêka dîrokî ji hêzên dagirker re nebin alîkar. Her wiha ji dewletên ku Kurdistan di navbera xwe de parçe kirine hate xwestin ku rê bidin çareseriya aştiyane ya doza gelê Kurdistanê. Di konferansê de spasiya beşdaran hate kirin û biryar hate dayin ku ji bo şopandina biryarên konferansê komîsyonek bê avakirin.

Di encamnameyê de hat gotin ku di konferansê de li ser sê astên; navxweyî, herêmî û navneteweyî pêşniyar hatin kirin, biryar hatin wergirtin û ev xal hatin destnîşankirin.

Têkildarî asta navneteweyî;

1 – Li welatên ku Kurdistan hatiye parçekirin ji bo gelê Kurdistanê mafê xwe yê diyarkirina çarenûsê bi dest bixe, saziyên navdewletî piştgiriyê bidin daxwazên gelê Kurdistanê.

2 – Di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de komîsyoneke navneteweyî bê avakirin ku nûnerên Kurdistanê jî di nav de hebin. Ji bo meseleya Kurd bi rengekî aştiyane û diyalogê bê çareserkirin, ev komîsyon têkiliyê bi aliyên Peymana Lozanê re dayne.

3 – Ji bo Kurd di asta çavdêriyê de bibin endamê Neteweyên Yekbûyî kar bê kirin.

4 – Dewletên ku Kurdistan di nava xwe de parve kirine ji ber sûcên ku li dijî gelê Kurdistanê kirine li dadgeheke navdewletî bên darizandin, ji bo vê hewl bê dayin.

5 – Saziyeke Neteweyî ya Hevpar a Kurdistanî bê avakirin ku di asta navneteweyî de karê dîplomasiyê bimeşîne.

6 – Di nava 100 salên Peymana Lozanê de li dijî gelê Kurdistanê sûcên komkujî û qirkirinê hatin kirin. Welatên ku bûne aliyê peymanê ji ber van sûcan tazmînatê bidin. Garantiyê bidin gelê Kurdistanê ku careke din van sûcan dubare nekin. Ji bo cezakirin û qedexekirina van sûcan di asta navneteweyî de piştgirî were dayin.

7 – Êrîşên hewayî yên li ser gelê Kurdistanê bi taybetî jî li Rojava bêne astengkirin. Li Konseya Ewlekariyê ya Navneteweyî ‘qada li firînê qedexe’ bê ragihandin. Hêzên Kurd li gel hêza aştiyê ya navdewletî li ser sînorê Rojava û Tirkiyeyê wezîfeya asayîşê bikin.

8 – Ji bo girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê azad bibin, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê zextê li Tirkiyeyê bike.

Ji bo navxweyî:

1 – Parastin û pêşvebirina berjewendiyên neteweyî yên Kurdistanê di ser hemû berjewendiyên şexsî û siyasî de bêne dîtin.

2 – Xwe ji nakokiyên siyasî yên navxweyî vegire, ji bo çareseriya nakokiyên navxweyî hewl bê dayin.

3 – Dest li karên navxweyî yên parçeyên Kurdistanê neyê werdan û Rêveberiyên Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bêne parastin. Rêveberiyên siyasî yên Başûr û Rojavayê Kurdistanê astengiyên di navbera xwe de ji holê rakin û di asta siyasî, aborî, civakî û çandî de têkiliyê ava bikin.

4 – Bi beşdariya hemû dînamîkên neteweyî Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê bê pêkanîn.

5 – Ev konferansa mezin a kurd û Kurdistaniyan ku bi wesîleya sala 100’emîn a Peymana Lozanê ya nexêr hate lidarxfistin, careke din bang li hemû rêveber û pêşengên gelên Kurdistanê dike ku wezîfeyên xwe yên neteweyî bi cih bînin, bêyî hincetan Tifaqa Mezin a Kurdistanê pêk bînin û bi vê armancê jî Konferansa Neteweyî ya Kurdistanê lidar bixin.

6 – Jiyana hevpar a gelên hindekahî yên li Kurdistanê bê parastin.

7 – Ji bo hevjiyanê girîngî ji azadiya jinê re bê dayin.

Têkildarî herêma Kurdistan lê hate parçekirin:

1 – Parçeyên Kurdistanê yên di nava sînorên Tirkiye û Sûriyeyê de hatine parvekirin bi rengekî fermî bi navê Kurdistanê bêne naskirin û li Tirkiye û Sûriyeyê bi statuya ku bi xwe diyar dike bêne qebûlkirin.

2- Statuya xweser a Kurdistanê di nava fermiyeta navneteweyî de li Neteweyên Yekbûyî bê temsîlkirin.

3 – Di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de bi beşdariya nûnerên gelê Kurdistanê komîsyoneke navneteweyî bê avakirin, komîsyona navborî têkiliyê bi dewletên aliyê Peymana Lozanê re dayne, ji bo peydakirina çareseriyên konjonkturel rêyên diyalog û aştiyane bêna afirandin û bicihanîn.

4 – Ji bo ev daxwazên konferansê bêne bicihanîn komîsyoneke koordînatîf bê avakirin.

5 – Ji bo karê dîplomasiya hevpar a Kurdistanê bimeşîne, komîsyoneke pispor bê avakirin û wezîfedarkirin.

6 – Ji bo temsîliyeta Kurdistanê li Neteweyên Yekbûyî bê kirin, karekî xurt û bi hev re bê meşandin.

7 – Ji bo şopandin û bicihanîna encamên konferansê komîte yan jî komîsyoneke pispor bê avakirin.

8 – Ji bilî Komara Tirkiyeyê wê bi hemû dewletên aliyê Peymana Lozanê re têkiliya dîplomatî bê danîn ku neheqiya dîrokî bê telafîkirin û ji wan bê xwestin ku dawî li mexdûriyeta gelê Kurd û gelên Kurdistanê bînin.

9 – Ji bo Peymaneke Navneteweyî ya Alternatîf bê çêkirin wê karekî çalak bê kirin.

10 – Ji hikumeta Tirkiyeyê wê bê xwestin ku sozên têkildarî pêkhateyên ne misilman dane bêyî cihêkariyê bike bi cih bîne.

11 – Êzidî hemaneke esasî ya gelê Kurd e ku ne misilman e. Divê di kategoriya ‘hindikahiyên ne misilman’ de bên qebûlkirin, mafên ku ji Rûm, Ermen, Suryanî-Keldanî re têne dayin ji Kurdên Êzidî, Yaresan û Elewî re jî bêne dayin.

12 – Ji hikumeta Herêma Kurdistanê û Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê wê bê xwestin ku têkildarî encamên Peymana Lozanê û ji bo telafîkirina mexdûriyetên wê ofîseke taybet ava bikin.

13 – Ji bo têkiliyên navneteweyî yên hevpar bê meşandin wê organeke dîplomasiyê ya hevpar a Kurdistanê bê avakirin.

14 – Di serî de rêberê KCK’ê Birêz Abdullah Ocalan wê ji dewleta Tirkiyeyê bê xwestin ku hemû girtiyên siyasî bêşert û merc berde.

15 – Ji Neteweyên Yekbûyî tê xwestin ku hêza aştiyê di navbera Rojava û Tirkiyeyê de bi cih bike.

16 – Wê ji Neteweyên Yekbûyî bê xwestin ku ji bo temsîliyeta Kurdistanê ofîsekê di bin sîwana xwe de ava bike.